Xameneî: Rejîma sîyonîst wê bi tundî were cezakirin

Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyîd Elî Xameneî ragihand ku ji bo fermandar û zanyarên ku di êrîşên rejîma sîyonîst de şehîd bûn, "cezayek giran" wê bidin îşxalkeran.
Ayetullah Seyyed Elî Xameneî derbarê şehîdên di êrîşa rejîma sîyonîst a li ser Tehranê de peyamek ji bo gel weşand. Peyama Wî li ser qenalên fermî, bi taybetî jî li ser IRNAyê, hat parvekirin.
Di peyama xwe de, ku bi "Neteweya Mezin a Îranê!" dest pê kir, Xameneî diyar kir ku rejîma sîyonîst "destê xwe yê xwînî û qirêj dirêjî wargehên sivîl ên li welatê me kiriye." Xameneî vê kiryarê wekî "xiyanet li welatê me" bi nav kir û tekez kir ku rejîm "ew ê cezayek giran bistîne" û divê gel li benda vê yekê be.
Xameneî fermandar û zanyarên ku di êrîşê de şehîd bûn wekî "kurên serbilind ên welat" bi nav kir. Wî tekez kir ku ew ê "vegerin cihên xwe û berdewam bikin ku xizmeta welat bikin" û valahiya serokatiyê ya ku ji ber windahiyên xemgîn çêbûye zû tijî bikin.
Xameneî her wiha agahî parve kir ku artêş û yekîneyên parastinê di rewşa amadebaşiyê de ne û peyama "Em xwedî avahiyek parastinê ya bihêz in" da. Wî got, "Bersiva rejîma sîyonîst dê dema ku dem hat were dayîn, ev ceza wê hem bihêz be û hem jî neyê jibîrkirin" û dest nîşan kir ku êrîş dê bi heman rengî were bersivandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, diyar kir ku êrîşên rejima îşxalker hêna jî berdewam dikin, di encama êrîşên ku nav 48 seatên dawîn hatin lidarxistin de 90 kes şehîd bûn, 605 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst di êrîşa li dijî Îranê de sîvîlan hedef girt. Di êrîşa ku li kompleksa qonit a Çamranê ya li Tehranê hat lidarxistin de 60 sîvîl şehîd bûn. Îranê, diyar kir ku ew ê tolhildan berdewam bikin û êrîş bêbersiv nemînin.
Îranê, di pêvajoya tolhildanê de ket nav merhaleyekî nû. Çavkanîyên leşkerî yên Îranê, daxuyandin ku ew ê di rojên pêş de ne tenê axên îşxalkirî bikin hedefên xwe, ew ê baregehên herêmê yên Emrîkayê jî hedef bigrin.
Nûnerê Daîmî yê Îranê li NY ragihand ku di êrîşa rejîma sîyonîstî ya li ser Îranê de 78 kes şehîd bûne û 320 kes jî birîndar bûne.