Zebîhullah Mucahîd: Rûsya, bi naskirina Efxenistanê gaveke wêrek avêt

Berdevkê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê Zebîhullah Mucahîd, destnîşan kir ku Rûsyayê bi naskirina Hikûmeta Efxenistanê gaveke wêrek avêt û ew hêvî dikin ku ew ê di têkilîyên dualî de pêşveçûn hebe.
Micahîd, derheqê naskirina Rûsyayê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê de ji Sputnika çapemenîya Rûsyayê re axivî.
“Em hêvî dikin ku welatên dinê jî di şopa wî de herin”
Micahîd derheqê biryarê de îfade kir ku “Rûsya, gavekî wêrek avêt”.
Mucahîd dûre weha got: “Rûsya di vê rê de şibakeke hêvîyê vekir û em wisa hêvî dikin ku welatên dinê jî di şopa wî de herin. Wezareta Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî, ji Rûsya û rayedarên wî re sipasîyên xwe pêşkêş dike. Efxenistan wisa hêvî dike ku di warê sîyasî û aborî de pêşveçûnên ciddî çêbibin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê û hezazê li wîlayeta Hîmaçal Pradeş a Hindistanê gihîşt 78 kesan.
Di daxuyaniya hevbeş a civîna BRICSê de hat diyarkirin ku divê hêzên işxalker bi tevahî ji Xezzeyê û hemû axên Filistînî yên îşxalkirî vekişin û divê li Xezzeyê agirbestek bê şert û merc bê damezrandin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 523yan, hejmarê birîndaran jî gihaşt 136 hezar û 617 kesan.
Rejima îşxalker, ket nav herêma Kuneytraya Sûrîyeyê û 3 kesan desteser kir.