Zulma bi salan a li ser Misilmanên Arakanî li ber dadgehê ye
Ji bo Misilmanên Arakanî yên ku bi dehsalan e li Myanmarê rastî cudakarî û tundiya sîstematîk tên, biryara ku ew ê vê hefteyê ji aliyê Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ve were eşkerekirin tê texmînkirin.
Di doza qirkirinê de ya ku di sala 2019an de ji aliyê Gambiyayê ve li dijî Myanmarê hatibû vekirin, biryara ku ew ê derkeve ji bo berpirsiyariya dewletan a di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Di bingeha vê zulmê de, bêparkirina Misilmanên Arakanî ji mafê welatîbûnê û mafên bingehîn ên mirovan heye ku bi yasaya sala 1982yan hatibû derxistin. Di sala 2017an de bi êrîşên leşkerî yên berfireh ên artêşa Myanmarê, gund hatin şewitandin û sivîl hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de zêdetirî 700 hezar kes neçar man malên xwe biterikînin û hejmara penaberên ku xwe spartin kampên li Bangladeşê ji milyonekî derbas bû.
Rêveberiya Myanmarê sûcdarîya qirkirinê red dike û diparêze ku operasyon li dijî serhildana çekdarî hatine kirin. Li hemberî vê yekê mexdûr; bidawîhatina cudakariyê, vegerandina mafên welatîbûnê û vegera bi ewle ya li welatê xwe hêvî dikin.
Biryara ku ew ê roja Pêncşemê 19ê Mijdarê were eşkerekirin, ji bo doza qirkirinê ya ku Efrîqaya Başûr ji ber êrîşên li Xezzeyê vekiriye jî dikare bibe mînakeke hiqûqî ya krîtîk. Ev biryar ku ew ê li şûna berpirsiyariya cezayî ya şexsî, berpirsiyariya navneteweyî ya dewleta Myanmarê diyar bike, ji aliyê lêgerîna edaleta cîhanî ve ji nêz ve tê şopandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Keştiya barhilgir a bi navê BETUL 8 a bi ala Somalîyê, ku ji Romanyayê genim dibir Misirê, li beravên Bulgaristanê bin av bû.
Li Efrîqaya Başûr şeva Yekşemê di du êrişên çekdarî yên cuda de bi tevahî 17 kesan canê xwe ji dest dan.
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku tevî ku di ser ragihandina agirbesta li Xezzeyê re salek derbas bûye jî, 360 zarok şehîd bûne û zêdetirî 1.700 zarok jî bi giranî birîndar bûne.