Îran: Li Tengava Hurmuzê du tankerên petrolê teqiyan
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê dema ku li derveyî rêya xwe ya diyarkirî li Tengava Hurmuzê diçûn, teqiyan.
Muhafizên Şoreşê diyar kir ku tanker dema "hewl didan ku di bin zexta Emrîkayê de rêyeke ne ewle bigirin" teqiyan.
Derbarê sedema teqînan de ti agahî nehatine parvekirin.
Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku rêyên ji bilî yên ku ji hêla Îranê ve hatine destnîşankirin, ji bo derbasbûna keştiyan ewle nînin.
Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê berê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê yên ji ber destwerdana biyanî girtina Tengava Hurmuzê ragihandibû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, di 24 saetên dawî de 37 kes ji ber Ebolayê mirin.
Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de di êrîşên rejîma sîyonîst de 10 Filistînî şehîd bûn û 42 kes jî birîndar bûn. Bi vê yekê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîştiye 73 hezar û 293 kesan û hejmarê birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 906 kesan.
Li Pakistanê barana zêde di rojekê de neh kes canê xwe ji dest dan û lehîyê 28 xanîyan jî wêran kir.
Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên Emrîkayê yên li ser piran, tesîsên enerjiyê û binesaziya ragihandinê li Îranê hişyarî da ku divê binesaziya sivîl were parastin.