Îranê 5 sîxurên Mossadê qefalt

Li wîlayeta Loristanê Îranê, 5 kesên ku bi navê Mossadê li ser medyaya civakî fealîyetan lidar dixistin hatin binçavkirin.
Li gorî xebera ku Ajansa Nûçeya Fermî ya Îranê IRNAyê belav kir, bûyera binçavkirinê bi daxuyanîya niviskî ya Yekîneya Îstîxbarata Artêşa Pasdaranan ve hatîye belavkirin.
Şikdarên ku hatine qefaltin bi sûcê, di nav xelkê de tirsê çêdikin û dixwazin ku rejimê ziîf bikin têne sûcdarkirin.
Hat diyarkirin ku li heman herêmê doh jî 18 kes bi heman sûcê hatin binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî analîza rojnameya Washington Postê, rejîma sîyonîst, eger ji Emrîkayê piştgiriya leşkerî nestîne, herî zêde tenê 10-12 rojên din dikare li hember êrîşên mûşekî yên Îranê xwe biparêze. Sîstema mertala mûşekî xirab bûye û stokên wê jî kêm bûne.
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro, bertek nîşanî êrîşa rejima îşxalker da û Netenyahu jî wek “Hîtlerê sedsala 21emîn” wesifand. Ji bo êrîşên rejima sîyonîst a li dijî Îranê banga “bêceza nehêlin” kir.
Televîzyona dewletê ya Îranê bang li welatiyan kir ku sepanê jê bibin û diyar kir ku WhatsApp agahiyên bikarhêneran berhev dike û dişîne rejîma sîyonîst.