Îşxalkeran di dema agirbestê de li Xezzeyê 240 kesan şehîd kir
Sîyonîstên îşxalker, bi îxlalên ku ji roja ku agirbest ketîye merîyetê heta niha pêk anîtîye ve herî kêm 250 kesan şehîd kirîye.
Wezareta Tenduristî ya Filistînê, daxuyand ku di nav 24 saetên dawîn de ji nexweşxaneyan re 3 şehîd ku ji bin kavilan hatine derxistin, şehîdek ku di êrîşa sîyonîstan de şehîd ketîye û 7 birîndar hatine anîtin.
Wezaret, îfade kir hêna jî gelek kes di bin kavilan de û li taxan li erdê ne, lê ambûlans û ekîbên tenduristîyê nikarin bighêjin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mûsa Ebû Merzûk, endamê Buroya Sîyasî ya HAMASê, diyar kir ku hêza leşkerî ya navneteweyî ya ku li Xezzeyê tê plankirin nikare şûna artêşa îşxalker bigire. Ebû Merzûk tekez kir ku ev plan xizmeta berjewendiyên Emrîkayê dike.
Li wîlayeta Kentuckya Emrîkayê balafireke kargoyê ya aîdê şîrketa kargoyê ya UPSê, piştî ku ji bo firînê rabû di nav demeke kurt de ket xwarê, di encamê de 7 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Chhattisgarh Hîndistanê qezaya trênê pêk hat, di encamê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Qesra Spî ragihand ku Serokê Emrîkayê Donald Trump dê roja Duşemê ya bê bi Serokê Sûrîyeyê Ahmed El Şera re bicive.