Îşxalkeran li Şerîaya Rojavayê malekî dorpêç kirin û 4 Filistînîyan şehîd kirin

Hêzên îşxalker, li bajaroka Tammuna Tubasê, malekî dorpêç kirin û bi topan hedef girtin, di encamê de 4 Filistînîyan şehîd kir.
Çapemenîya mehellî, diyar kir ku hêzên îşxalkeran mala ku 4 ciwan di nav de bûn bi fuzeyên Energayê hedef girtin.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de 4 ciwan şehîd bûn û cesedên wan jî ji teref îşxalekran ve dest hat danîn li ser.
Hêzên berxwedanê jî gule li ser hêzên îşxalkerên Zanîngeha Vekirî ya El-Qudsa Tubasê reşandin, û di vê demê de qîrînê terorîstên îşxalkeran hat bihîstandin.
Hêzên terorîstan ji herêmê re gelek ekîbên destekê şandin û ji sîvîlan re têkilîyên xerab pêk anîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên artêşa îşxalker a li ser Xezzeyê de rojnamevanekî dinê jî hat kuştin.
Êş û xemgîniya "Belaeta Mezin Nekbe" ku wek navê çewsandin, qetlîam û koça bi darê zorê ya ku piştî îşxala siyonîstan li ser axa Filistînê dest pê kir, ev 77 sal in didome.
HAMAS diyar kir ku rejîma îşxalker bi bikaranîna birçîbûnê wekî çek li dijî zêdetirî 2 mîlyon Filistîniyên li Xezzeyê sûcê qirkirinê dike.