Îşxalkeran, li Xezzeyê dibistanekî bomberdman kirin: Bi dehan şehîd û birîndar hene!

Hêzên îşxalê, li rojhilata Taxa El Tuffaha Xezzeyê Dibistana Darul Erkamê hedef girtin, di encamê de ji 30 kesan zêdetir mirov şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Teşkîlata Parastina Sîvîl a Xezzeyê Mahmud Basal, jii Navenda Enformasyona Filistînê re daxuyanîyeke kurt da, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku di îşxalê de Dibistana Darul Erkamê hatîye hedefgirtin, di encama cê hedefgirtinê de jî bi dehan Filistînî şehîd û birîndar bûn.
Ekîbên parastina sîvîl ên li Xezzeyên, di êrîşa hêzên îşxalê de 29 kesan bi mirîkî di bin kavilan de derxistin û ji 100î zêdetir birîndaran jî xelas kirin.
Xeyn ji vê agahîyê Ofîsa Medyaya Hikûmeta Xezze, rast kir ku di êrîşa li dijî Dibistana Darul Erkamê de 29 kes şehîd bûne û ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûne. Ofîs, bal kişand ku ev êrîşa ku hatîye kirin, parçeyeke êrîşên ku li dijî sîvîlan tê kirin e.
Çavkanîyên herêmî destnîşan kirin ku hêzên îşxalê, Dibistana Darul Erkama ku gelek însanên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de diman bi sê fuzeyên herbê yên giran hedef girti û hejmarê şehîdan jî 31an derbas kir.
Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku şehîd û birîndar ji Nexweşxaneya Baptîst a li Xezzeyê re hatin sewqkirin, encax ji ber ku nexweşxane ji ber êrîşên berê gelek qelebalix bûye û pirsgirêka amûrên tibbî tê jiyandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi dehan pîlotên aktîv û cîgir ên siyonîstên îşxalker, hukûmetê bi wezîfê berdanê tehdîd kirin.
Hereketa Ensarullaha Yemenê ragihand ku wan balafireke din a bêpîlot a artêşa Emerîkayê ya îşxalker ku di 10 rojên dawî de sêyem balafira bêmirov e xistiye xwarê.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 50 hezar û 810 kesan û 115 hezar û 688 kes jî birîndar bûn.
Çîn ragihand ku ewê li dijî tehdîda Trump a tarîfeya baca gumrikê ya sedî 50 bisekinin û ji bo parastina heqê xwe wê tedbîran bigire.