Îşxalkeran, noqteyên alîkarîyê, malbat û zarokan hedef girtin: 36 şehîd, 120 birîndar

Êrîş û qetlîamên rejima îşxalker ên li dijî Xezzeyê bênavber berdewam dike. Ji seatên serê sibehê vir ve li cîhên cuda yên Xezzeyê êrîş hatin lidarxistin, di encama êrîşê de herî kêm 36 Filistînî şehîd bûn, ji 120 zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Îşxalkeran navendekî belavkirina alîkarîyê ku li nêzê “Qorîdora Netzarîmê” ye hedef girtin, li vê derê rasterast gule li ser sîvîlan reşandin. Li gorî çavkanîyên tenduristîyê, 20 kes şehîd bûn, di nav şehîdan de zarok jî hene. Hejmarê birîndaran jî 100î derbas kir.
Li herêma Muwasîya rojhilata Xan Yûnisê kampa konan hat hedefgirtin. Di êrîşa balafirên îşxalkeran de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn. Xeyn ji vêya li Taxa es-Samînê jî êrîşên asîmanî hatin lidarxistin.
Ji herêma ed-Davaya Xezzeyê herêmekî ku sîvîl di nav de bûn re balafirên bêmirov yê hewayê rasterast bombe hat avêtin. Di vê êrîşê de herî kêm 5 kes şehîd bûn.
Hat destnîşankirin ku derdorê navenda Xaça Sor jî hat hedefgirtin. Di êrîşê de şehîd û birîdar çêbûn.
Êrîşên ku tehlîyeya sîvîlan û belavkirian alîkarîyan asteng dike, rewaş herba psîkolojîkî ya îşxalkeran dide ber çavan.
Ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve hejmarê şehîdan 54 hezar û 880 Filistînî şehîd bûn, hejmarê birîndaran jî derket 126 hezar û 227 kesan. Piranîya şehîdan zarok û pîrek in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tûgayên Qessam, li dijî leşkerên sîyonîst ên ku li bakurê Xan Yûnisê xwe sipartibûn nav malekî operasyonek li dar xistin. Di kemîna ku bi teqemenîyan hat lidarxistin de mirî û birîndar çêbûn.
Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ku ji 7ê Cotmehê vir ve di êrîşa rejima îşxalker de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 107an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 127 hezar û 821an.
Balafireke rêwîyan a ku ji bajara Ahmedabada Hîndistanê diçû Balafirgera Londra Gatwicka Îngilistanê, demeke kurt a ji firînê ket xwarê.
Sîyonîstên îşxalker, êrîşî navenda belavkirina alîkarîya ku li nêzê “Netzarîmê” ye kirin. Di qetlîamê de 13 Filistînî şehîd bûn, ji 200î zêdetir mirov jî birîndar bûn. Di nav du hefteyên dawîn de hejmarê şehîdên ku di rêza alîkarîyê de hatibûn hedefgirtin derket 224 kesan.