Sîyonîstên îşxalker, li Beyt Emîra bakurê El Xelîla Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek tax û kolanan kir, di encamê de 20 kesan desteserkir.
Li gorî xebera ajansa fermî ya Filistîn WAFAyê, hêzên îşxalê, êrîşê gelek tax û kolanên Beyt Emîra bakura El Xelîla Şerîaya Rojavayê kirin.
Hat îfadekirin ku di dema êrîşên îşxalkeran de ji xanîyan re gelek zerar hatîye dayîn, û 4 jê di bin 18 salî de 20 Filistînîyan jî desteser kirin.
Îşxalkerên sîyonîst, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve ku li dijî Xezzeyê êrîş dabû destpêkirin, li Şerîaya Rojava û Qudsê li dijî Filistînîyan desteserkirin, êrîş û zordarîyên xwe zêde kirîye.
Li vê herêma îşxalkirî 878 Filistînî jî di êrîşên sîyonîstan de şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îro danê êvarê di dema dorpêçkirina malekê li başûrê Tulkarmê ya li Şerîaya Rojavayê de, di encama gulebarana hêzên îşxalker de ciwanekî ku birîndar bûbû şehîd bû.
Di Festîvala Kumbh Mela ya ku li bajara Prayagraj ê Hindistanê hat lidarxistin de îzdîham pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê 15 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa rejima îşxalker a li dijî Xezzeyê ya ku di 7ê Cotmehê de dest pê kiribû de hejmara şehîdan derket 47 hezar û 354 kesan û 111 hezar û 563 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Uttar Pradeşa bakurê Hîndistanê di dema rîtûela dînî de sehne hilweşîya, di encamê de herî kêm heft kes mirin, ji 50 zêdetir mirov jî birîndar bûn.