Sala nû ya xwendinê ji bo 17 milyon xwendekaran ew ê sibê dest pê bike
Nêzîkî 17 milyon xwendekar û 1.2 milyon mamoste wê sibê ji bo sala akademîk a 2026-2027an dest bi dersan bikin.
Sala nû ya xwendinê ew ê sibê li dibistanên seretayî û navîn ên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Neteweyî dest pê bike.
Mufredatên ku di çarçoveya Modela Perwerdehiya Sedsala Tirkiyeyê de hatine amadekirin, îsal ew ê di baxçeyê zarokan û dersên pratîkê de, her wiha di polên 1, 2 û 3 yên dibistana seretayî, polên 5, 6 û 7 yên dibistana navîn û polên amadekariyê, 9, 10, 11 û 12 yên dibistana navîn de werin bicîhanîn.
Ji bo alîkariya xwendekarên ku dest bi pêşdibistanê, pola yekem û pêncemîn dikin da ku xwe li dibistanê biguncînin, bernameyên rêberiyê ji 7ê Îlonê heta 11ê Îlonê hatin lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevî ku li seranserê Tirkîyeyê mehek ji ser destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re derbas bûye jî, kitêbên dersê hêna jî negihîştine xwendekarên ku li dibistanên navîn dersa bijarte ya Kurdî hilbijartine.
Ji bo nêzê 17 milyon xwendekar û 1,2 milyon mamosteyan sala perwerdeya 2026-2027an îro dest pê kir.
Serokê OSYM Bayram Alî Ersoy, ragihand ku encamên bicihkirina YKS a 2026an hatine weşandin. Namzedên ku ji bo zanîngehê hatine qebûlkirin dikarin qeyda xwe di navbera 24-28ê Tebaxa 2026an de û qeyda xwe ya elektronîkî jî di navbera 24-26ê Tebaxa 2026an de temam bikin.