Ajansa Nûçeyan A Îlkeyê sepaneke nû da destpêkirin

Sepana ÎLKHA MUXABÎR a Ajansa Nûçeyan A Îlkeyê di Play Storeyê de cîhê xwe girt.
Ajansa Nûçeyan A Îlkeyê, sepana ÎLKHA MUXABÎRê kir xizmetê. Bi xêra sepanê hemû kesên ku bixwazin dikarin bibin muxabîrên dildar.
Ji bona vî tişt, pêşî divê hûn di Google Play Storeyê de sepana ÎLKHA MUXABÎR daxin û bibin endam.
Bûyera ku hûn jê re bûn şahid bikevin nav sepanê û telefonên xwe ser kêlekê biqelibînin û dû re jî fotoxraf an jî vîdeoyên xwe bikşînin. Di dema kişandina vîdeoyê de xeber nedin.
Di dema şîyandina xeberê de jî hûrgilîyên derheqê xeberê de bi kurtasî binivisînin û dû re jî xeberê bişînin.
Êdî hûn jî bi tevî xeberên xwe firseda çêkirina rojevê dikarin bi dest abixin.
Ji bona ku sepanê di telefonên Android Google Play Store de dabixin pêlêkin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di panela "Navbeynkariya Malbatê" ya ku ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî û got, "Heke em bikaribin saziyeke navbeynkariyê ya saziyî ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin da ku malbatên ku jixwe avakirina wan pir dijwar e, bi hêsanî ji hev nekevin."
Barana zêde ya li Dîyarbekirê bû sedema lehiyên mezin. Ji ber ku rêyên binî veguherî golê, welatiyan û ajokarên wesayîtan zehmetiyan kişandin.
Li Amasyayê erdhejek pêk hat û li bajarên derdorê jî hat hîskirin.