Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz: “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye”

Êrîş û zilma siyonîstan li ser Xezzeyê berdewam dike. Doh êvarê siyonîstan bi Emrîkayê re bombeyan avêtin Xezzeyê.
HUDA PARÊ bang kir ku bila temamê hemwelatî li her bajarî derkevin meydanan. Li Diyarbekrê jî HUDA PARê wek acîl doh êvarê li ber merkeza dan û sitendina Ceylan Karavîlê bername lidar xist.
Bername bi xwendina Quranê dest pê kir.
Piştî Quranê nivîskar û sîyasetmedaran derbarê êrîşên siyonîstan de beyanat dan û siyonîstan telîn û şermezar kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Xelef Yilmaz, derbarê zilma siyonîstan de û operasyona Tofana Eqsayê de axivî û weha got: Ummet bê deng e, êdî bes e. Ji welatên Îslamê tu umîd tine ye. 57 welatên Îslamê hene, lê belê vêga kulmeka musluman wezîfeya bedelî van welatan e. Ey Serokcûmhûr Erdogan, umîdeka me ji te hebû. Em naxwazin ew umîd biçe. Heger ew umîd biçe, wê çaxê wê rewş cûda be. Te firseta Selhaddînbûnê ji dest da. Ev îhtîmal hê heye. Lê belê ez vê yekê weha dibînim ku wê Selhaddînbûnê ji Erdogan re nesîp nebe.”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Ev da’wa hanê ne da’wa Kurd û Tirk û Ereb û Farisan e. Ev da’wa Qudsê dawa ummetê ye. Êdî bila wek dewra Selhaddîn Eyyûbî, ji vê derê esker û mêrxasrabin, bila Mûş, Diyarbekir, Batman, Mêrdîn, Şirnex, Batman, Riha, Entab û bajarên din bibin yek. Di vî warî de wek Selhaddîn û arteşa Selhaddîn hereket bikin.Belê boyqotkirin pir mûhîm e. Lazim e ku em mehsûlên siyonîstan nexin malên xwe. Em nexwin û venexwin û îstîmal nekin. Lê belê ya mûhîm ev e… Mehsûlên siyonîstan li ax û welatê me çi dikin?. Bila welatê me temamî îrtîbat û têkiliyên xwe bi siyonîstan re qut bike.”
Bername bi dûayê bidawî bû.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Dîyarbekirê, heqê veguhestina giştî ya bajêr ku 20 TL bû, ji sedî 30 zêde bû û bû 25 TL, û heqê siwarbûna taksiyê ku 90 TL bû, bû 125 TL. Zêdebûn dê ji sibê pê ve derbasdar be.
Qefîleya Hecê ya ku wê biçin axên pîroz ji Meletîyê bi bernameyê hatin birêkirin, Miftîyê Bajêr Ramazan Dolu di bernameyê de got, “Bi taybetî ji bo xûşk û birayên me yên ku li Xezze û Filistînê bi qehremanî micadeleyê dikin re duayan bikin. Duayên xwe tu dem kêm nekin.”
Li navçeya Karataya Qonyayê di seatên êvarê de di avahîyekî de erdgaz teqîya, welatîyên taxê ji ber teqînê gelek tirsîyan. Di encama teqîna ku di qata 3yemîn a avahîya 12 qatî de çêbû de yek jê giran12 kes birîndar bûn.
Weqfa Êtîman ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan li nav welat û derveyê welat fealîyetan lidar dixe, wek her sal vê salê jî ji bona ku goştê qurbanan bighêjîne ser sifreyan hazirîyê dike.