Alîkarê Serokê HUDA PARê Dînç: Xezzeyê pîvana wijdanê mirovahiyê ye

Parlamenterê Mersînê Faruk Dînç di şeva îlahîyan a bi mijara "Dengê Hêviyê di Siya Zilmê de" de ku ji teref Şaxa Ciwanan a HUDA PARê ve li Êlihê hat lidarxistin, axivî û diyar kir ku tiştên ku li Xezzeyê diqewimin ne tenê ji bo herêmekê, lê ji bo tevahiya mirovahiyê ceribandinek e û got, "Berxwedan winda nake, bêdengî winda dike."
Ji teref Şaxên Ciwanan ên HUDA PARê ve bernameya îlahiyan a bi navê “Di bin sîya zulmê de dengê hêviyê” hate lidarxistin.
Parlementerê Mêrsînê yê HUDA PARê Farûk Dînç, Parlementerê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, Serokê Êlihê yê HUDA PARê Davût Şahîn û xelkê Êlihê beşdarî bernameya ku di parka Şerzan Kurt de hat lidarxistin bûn.
Bername bi xwendina Qurana pîroz destpê kir û bi îlahiyên hunermendên Ajansa Ozlemê berdewam kir.
Serokê Êlihê yê HUDA PARê Davût Şahîn bal kişand ser berxwedana xezzeyê ya ku dewam dike. Şahîn got, divê hemû gelên misilman û dinyayê xwedî li gelê Fîlîstînê derkevein, destek û piştigiriyê bidin xelkê Fîlîstîn.
Paşê parlementerê Mêrsînê Farûk Dînç bal kişand ser tereftariya Xezzeyê kişand û got:
“Emê di her her cih û warê de di her şertûmercan de li cem mazlûman cihê xwe bigirin, alîkariya wan bikin. Dema em cara ewil bi birayên xwe yên Xezzeyê re hatin bal hevdu ji me re tenê du tişt gotin: Me ji bîr nekin, dengê me bilind û belav bikin. Bi mîtîng, meş, daxuyanîyên çapemenîyê li cem me cih bigirin û li gor îmkanên xwe desteka maddî bidin me. Xwedîderketina li mezlûma û Qudsê ne nasîbê herkesî ye. Kesên azad encax xwedî li doza Qudsê derdikevin.”
Dînç herwiha destnîşan kir, êş û jana ku li Xezzeyê diqewime îmtîhanek însanyetê ye, “Digel em di nav dewerek medeniyeta ku di teknolojiyê de derketiye lûtkeyê dijîn jî, însan li Xezzeyê hesretê dilopek avê ne, hesretê pariyek nan in. Zarokên bêguneh li ber çavên dêûbavan canê xwe ji dest didin. Em nikarin li ber vê rewşê bêdeng bimînin. Xezze ne tenê bajarek e, terazîya vîcdanê ya ku însanîyetê îmtîhan dike ye.”
Faruk Dînç di berdewama axavtina xwe de ji serfîraziya Çeneqqeleyê jî mînakan da:
“Berxwedan winda nake, bêdengî dide windakirin. Di tarîxa me de gelek serfîrazî û zefer hene ku ji bo me mînak in. Mesela Çeneqqele, zafera ku hatiye bidestxistin, ne bi reqeman, bi berxwedanê tê pîvandin. Îro Xezze heman qerardariyê nîşan dide. Kesên hatin bomardmankirin, kesên ji birçîbûnê canê xwe ji dest didin, winda nekirin. Bîlakîs wan qezenç kirin û biserketin. Kesên bêdeng mane winda kirine.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şewata ku ev bû çend roj e li Karabûk û Bûrsayê derketine digel temamî midexeleyan nayên kontrolkirin. Li Karabûkê şewateke nû derket, şewata li Harmancika Bûrsayê jî gihîşt nav jîngehan.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê di depoya sotemenî ya tankerê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn.
Li navçeya Erxeniya Dîyarbekirê, wesayîteke îtfaîyeyê ya ku ber bi agir ve diçû qelibî û îtfaîyevanekî mir, du kes jî birîndar bûn.