Barana zêde rêyan li Dîyarbekirê kir wek gola avê
Piştî barana zêde ya ku li Dîyarbekirê doh di saetên serê sibehê de dest pê kir û carinan zêde bû, hinek kolan û rê ji bûn wek gola avê û ji bo şofêran rêwîtî gelek zehmet bû.
Li Dîyarbekirê ji ber barana zêde li hinek kolan û caddeyan lehî çêbû.
Digel hişyariyên ji servîsa meteorolojiyê, piştî baranê li ser rêyan kombûna avê ji bo şofêran bû sedema zehmetiyan.
Barana ku ji sibehê ve dest pê kir, tevahiya rojê berdewam kir, carinan şîddeta wê zêde bû.
Piştî barana zêde, li ser hinek kolan û rêyên bajêr gol çêbûn.
Kombûna avê li ser rêyan, bi taybetî ji ber lûleyên kanalîzasyonê û baranê yên girtî, hinek rê veguherandin golên avê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê du wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes birîndar bûn. Mirovên ku di nav wesayîtê de asê mabûn bi xebata ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin.
PKK, ku di sala 1978an de li ser xeta Marksîst-Lenînîst hate damezrandin, di destpêkê de ji bo Kurdistaneke serbixwe û civakeke bêçîn piştgirî dikir. Lêbelê, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê û girtina A. Ocalan di sala 1999an de di arasteya îdeolojîk a rêxistinê de bû sedema guhertinên girîng. Gotara têkoşîna çînî û rizgariya neteweyî hêdî hêdî bi argumanên ku konfederalîzma demokratîk, "azadiya jinan", ekolojî û homoseksueliyê diparêzin hate guhertin. Vê guhertinê her wiha nîqaşek li ser valahiya di navbera armancên damezrandina PKKê û gotara wê ya niha de vekiriye.
Li navçeyên Mehmûdî, Ebex û Bêgir ên Wanê ji ber şert û mercên hewaya xerab ji perwerdehîyê re ji bo rojekî navber hat dayîn.