Baskên Ciwanî yê HUDA PARê, ji bo Xezzeyê şûşeyên zexîre tijîkirî avêtin nav behrê

Baskên Ciwanî yê HUDA PARê, ji kampanyaya ku ji bo Xezzeyê ji behrê re şûşeyên zexîreyê bavêje re bersivê da û li Behra Spî ya alîyê Mêrsînê şûşeyên zexîre tijîkirî avêtin nav avê.
Li ser hîsaba medyaya civakî zilamekî Misirî ji bona ku bighêje Xezzeyê şûşeyan bi arvan û zexîreyên tijî kiribû û avêtibû nav Behra Spî, ev kampanyaya zilamê Misirî ji teref gelek mirovan ve bi kêşfxweşî hat pêşwazîkirin û beşdarî vê kampanyayê bûn.
Baskên Ciwanî yê HUDA PARê jî ji vê bangê û kampanyayê re beşdarî bû û ji Behra Spî re şûşeyên ku zexîre di nav de bûn avêtin.
Di weşana ku li ser hîsaba medyaya civakî hat parvekirin de weha hat gotin, “Em ji bo Xezzeyê wijdanê xwe davêjin behrê! Ew ê van şûşeyên ku em davêjin nav behrê tenê ji bo Xezzeyê nebe hêvî, di heman demê de ew ê di roja axîretê de jî ji me re şahidîyê bike. dibe ku neghêje Xezzeyê… Dibe ku di nav pêlên behrê de winda jî bibin… lê ew ê van şûşeyan di hizûra Xwedê re bibêjin: ‘Van însanan ji bo bêkesan bi nîyetekî baş tiştekî kirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li giştîyê welat germahîya hewayê li gorî demsalê jî zêdetir derbas dibe, li 56 bajaran germahî ji 40 pileyî zêdetir e.
Sema Karakaya ya Seroka Şaxa Jinan a Bajarê Mêrsînê ya HUDA PARê, bal kişand ser qirkirina ku nêzîkî du salan e li ber çavên hemû cîhanê li Xezzeyê tê kirin û ji Serokomar Erdogan re got: "Rêya vekin! Bila em jî bi wan re birçî bimînin, bila em jî bi wan re bimirin; em amade ne her tiştî bikin. Dayikên li vir jî, mîna dayikên di Şerê Rizgariyê de, dê zarokên xwe bi hinekirî bişînin."
Şewata ku ev bû çend roj e li Karabûk û Bûrsayê derketine digel temamî midexeleyan nayên kontrolkirin. Li Karabûkê şewateke nû derket, şewata li Harmancika Bûrsayê jî gihîşt nav jîngehan.
Li navçeya Artukluya Mêrdînê di depoya sotemenî ya tankerê de teqîn pêk hat, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn.