Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku cenazeya Narîna Gurana 8 salî ya ku berî vê 19 rojan li Taxa Tavşanliya girêdayê Baxlara Diyarbekirê winda bûbû hat dîtin.
Wezîr Yerlîkaya derbarê mijarê de wiha got: “Mixabin cenazeya qîza me Narîna kuli Taxa Tavşanliya girêdayê Baxlara Diyarbekirê winda bûbû ji teref ekîbên me yên cendirme ve hat dîtin. Xweda rehma xwe li qîza me Narîn bike. Mekana wê cennet be û serê me sax be.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê serwîsekî febrîqeyê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kesan birîndar bûn.
Li Stenbolê, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesan ji ber jehrê/eraqê canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Akhîsara Manîsayê du serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 karker birîndar bûn.
Zêdebûna fîyetên tîpan ku di van demên dawîn de gelek zêdetir bûye ji teref welatîyên feqîr ve dibe sedema bertekan.