Ciwanên ku beşdarî Mewlûda Nebî ya li Edeneyê bûn: Em ji bo qîrandina evîndarîya Pêxember hatin

Ciwanên ku beşdarî bernameya Mewlûda Nebî ya li Edeneyê hat tertîpkirin bûn, destnîşan kirin ku hezkirin û evîndarîya ji Hezretî Pêxember re wan anîtîye bernameyê.
Mewlûda Nebî ya ku li Edeneyê ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bi temaya “Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed” ve hat tertîpkirin, bi gelek welatîyan ve hat pêşwazîkirin, qîzên ciwan ên ku beşdarî bernameyê bûn gotin ku divê Filistîn jî ji rojevê neyê derxistin.
Bernameya Edeneyê li Parqa Navend a Edeneyê hat tertîpkirin.
“Rêberekî me tenê heye, ew jî Hz Muhamemd e”
Semanur Aydogan ku beşdarî bernameyê bû hêst û ramanên xwe anît ziman û weha got, “Divê ez di serî de bibêjim ku meseleya Xezzeyê ne meseleya nîjadî an jî cînsîyetî ye, ev mesele meseleya însanî ye. Xezze her tim di dilê me de ye û em her dem Xezzeyê hez dikin, daîma jî em ê li cem wan bin. Em ji bo Hezretê Pêxember û Xezzeyê hatin li vê derê. Em Pêxemberê xwe pirr hez dikin. Rêberê me yê mezin û tenê heye ku ew jî Hezretî Muhammed e. Ez dixwazim vêya bibêjim.”
“Em ji bo riza Xwedê hatin li vê derê”
Elîf Yaşar îfade kir ji qetlîamên li Filistînê re bêdeng tê mayîn, “Em ji bo Pêxemberê xwe hatin li vê derê. Em ji bona ku navê wî, jîyana wî hatine li vê derê. Em ji bona ku jîyana wî qala biçûkên xwe û mezinên xwe bikin hatin li vê derê. Em ji bo riza Xwedê hatine li vê derê. Ez Filistînê gelek hez dikim, ji ber vê yekê ji wan kezên ku li hember vê qetlîamê bêdeng dimînin re jî gelek sor û hêrs dibim.”
“Di warê boykotê de gelê me pir bi şiûr nînin”
Hatîce Bîlgîn derheqê ehemmîyeta boykotê de axivî û weha got, “Bi rastî em ji bona ku hinek be jî ji jîyana Pêxemberê me tiştan hîn bibin hatine li vê derê. Piranîya Misilmanan û însanên li Tirkîyeyê di warê boykotê de pir ne bi şiûr in. Dema ku ez dibêjim ez boykotê dikim hevalên min an jî însanên derdorên min henekên xwe bi min dikin. Lê paşê ew derheqê dewletê de dest bi boykotê kirin. Ji ber vê yekê paşê me dît ku wan însanên ku bi me re henekên xwe dikirin dewleta xwe jî boykotê dikin. Hinek însan jî hene ku ji me re dibêjin hûn boykot dikin lê dewlet van malan dike nav welat. Ew jî mafdar in. Dema ku dewlet reklama van hilberînan dike însanên me jî wan tiştan distînin.”
“Ji ber ku ew Misilmanên kes dengê wan nabe xwe”
Bîlgîn, derheqê tenêbûnîya Filistînê de jî got ku tenêbûnîya wan ji ber bawerîya wan e, “Zilma ku li wan tê kirin hemû kes dibîne. Welatên ku ne Misilman in jî bertek nîşan didin, hetta li gorî welatê me zêdetir bertekên xwe nîşan didin. Însanên Filistînê ji ber ku Misilman in kes dengê wan nabihîse. Heger ew Emrîkayî an jî Ukraynayî bibûna dibe ku zêdetir xwedîtî li wan bihata kirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wekîlê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ji ber ku berhemên şîrketên ku piştgiriyê didin rejîma sîyonîst hêna jî li Meclîsê têne firotin bertek nîşan da û got, "Divê ev berhem di zûtirîn dem de ji Meclîsê werin derxistin û firotina wan bi tevahî were qedexekirin."
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, ji ber bayê bihêz banê avahiyekê hat hilandin.
HUDA PAR bi minasebeta "1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê" peyamek weşand. Di peyamê de ehemmîyeta kedê û pêwîstiya temînkirina edaleta civakî hate destnîşankirin.
Li navçeya Sîmava Kutahyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek çêbû.