Fatma Betûl Sayan Kaya bi şertê hepsa malê hat berdan
Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî û Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê Fatma Betûl Sayan Kaya, ku di çarçoveya lêpirsîna fonê de di 6ê Mijdarê de hatibû girtin, di roja 19emîn a girtîgehê de hat berdan. Derbarê Kaya de biryara tedbîra kontrola edlî ya bi şiklê hepsa malê hat dayîn.
Hat ragihandin ku Kaya ya di çarçoveya lêpirsînê de li Girtîgeha Silivriyê girtî bû, bi şertê hepsa malê serbest hatiye berdan.
Di lêpirsînê de hat îddîakirin ku Fatma Betûl Sayan Kaya û mêrê wê Îlyas Kaya 163 milyon lîre razandine hîseyên Ozata Denizcilikê û di demeke kurt de nêzî 2,2 milyar lîre kişandine.
Hat îddîakirin ku Kaya bi kes û saziyên navê wan di lêpirsînê de derbas dibe re di nav têkiliyê de ye. Hat eşkerekirin ku Wezîra berê piştî sûcên derbarê xwe de, 1,8 milyar lîre li hesabê ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye diyarkirin vegerandiye.
Kaya ku di çarçoveya lêpirsînê de di 7ê Cotmehê de îfade dabû lê derbarê wê de tu karûbar nehatibû kirin, piştî îfadeya xwe ya duyemîn a piştî nêzî mehekê dabû, di 6ê Mijdarê de hatibû girtin û şandibûn girtîgehê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Biryara PKKê ya eşkerekirina navên endamên xwe yên ku bi salan berê mirine, nîqaşên nû li ser dîroka çekdarî ya nîv-sedsalî ya rêxistinê derxistiye holê. Bi qasî navên ku hatine eşkerekirin, termên nepenî, cenazeyên ku nedane malbatên wan, gorên winda an jî cenazeyên ku di şikeftan de veşartî ne, û înfazên navxweyî yên di nav rêxistinê de, hemî li benda lêpirsînê ne.
Hewaya sar a ji Balkanan hatiye, bûye sedema ku germahî di nav çend saetan de li Stenbolê bi awayekî berbiçav dakeve.
Hat ragihandin ku PKK/KCK 14 stargehên din li Xakurk a Herêma Kurdistanê vala kiriye.