Gelê Taxa Habeşîyê: Ji bo derzîyekî em bi kîlometreyan rê diçin

Gelê Taxa Habeşî ya navçeya Rezan a Dîyarbekirê, îfade kirin ku di gihandina xizmetên tenduristîyê de pirsgirêkên ciddî dijîn. Welatîyan îfade kirin ku li herêmê klînîkek tenduristîyê jî tineye û ji bo derzîyekî bi kîlometreyan rê diçin.
Hat îfadekirin ku bi taybetî nexweşên îxtîyar û kronîk mexdûr dibin, ji ber vê yekê daxwazîya xizmeta tenduristîyê kirin.
Welatîyan îfade dikin ku ew ji bona ku biçin nexweşxaneyekî 2 hezar Lîre heqê teqsîyê didin, ji bo derzîyekî biçûk jî diçin Dîyarbekirê û mexdûr dibin.
“Heger klînîkek tenduristîyê hebe, wê mecbûr nemînin ku hewqas rê biçin”
Cemîle Yalişî
Cemîle Yalişîya ku destnîşan kir ew nexweş e û çavên wê jî diêşê, mecbûr e ku bi vê halê xwe yê îxtîyar biçe nexweşxaneyê weha got, “Ez bi vê îxtîyarîya xwe nikarim biçim nexweşxaneyan. Em dixwazin ku bila li taxa me klînîkek tenduristîyê were vekirin. Divê ez roja çarşembê biçim nexweşxaneyê, milê min diêşe. Heger li ber derîyê me, li taxa me klînîkek hebûya ez ê mecbûr nemama ku biçûma nexweşxaneyê. Di nexweşînekî me yê biçûk da em diçin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê an jî Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Dîyarbekir Gazî Yaşargîlê.”
“Ji bona ku bi teqsîyê biçin nexweşxaneyê em 2 hezar Lîre didin”
Şeyhmus Yalişî destnîşan kir ku ew ji bona ku biçin nexweşxaneyekî herî nêz 8 kîlometre rê diçin, û ji bo derzîyekî biçûk jî ew diçin nexweşxaneyan.
Şeyhmus Yalişî
Yalişî, “Di nexweşînekî me yê herî biçûk de jî rewşa me gelek xerab dibe. Klînîkekî herî nêz 8 kîlometre ye. Dema ku em nexweş bibin an diçin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê an jî diçin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Dîyarbekir Gazî Yaşargîlê. Ji bona ku biçin nexweşxaneyan jî em mecbûr in ku randevûyan bistînin. Caran bi mehan em randevû bidestê me nakevin. Nêzê 30 tax hene ku girêdayê navçeya Rezan in, li tu hebekî jî klînîkek tineye. Ji bona ku derzîyekî biçûk li xwe bixin em diçin nexweşxaneyê. Wesayîta me jî tineye û îmkanên jî tineye. Ji bona ku em biçin nexweşxaneyekî divê em siwarê teqsîyê bibin, lê heqê teqsîyê jî 2 hezar Lîre ye. Em dixwazin ku li taxa me klînîkekî tenduristîyê were vekirin.”
“Ji ber ku îmkan û wesayîta dê û bavê min tineye nikarin herin nexweşxaneyê”
Mahmut Yalişî ku kurê Cemîle û Şeyhmus Yalişî ye jî axivî û got:
Mahmut Yalişî
“Klînîk gelek dûr e. Dema ku em nexweş bikevin û em bixwazin xwe bighêjînin klînîkekî nêz, divê çend kîlometre rê biçin. Dê û bavê min însanên îxtîyar in; ji ber ku îmkanên wan ên maddî tineye nikarin biçin nexweşxaneyê. Em dixwazin ku bila li taxa me klînîkekî were vekirin. Dibistana me ya navîn jî tineye. Zarokên me mecbûr in ku biçin mektebên dûr. Me van pirsgirêkên xwe anît ziman, lê tu kes bi pirsgirêkên me eleqe nebû.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Araça Qastamonûyê, li herêmên daristanê du şewatên cuda derketin.
Li navçeya Sindirgiya Balikesîrê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Beşdarvanên ku bi navê Karwana Hêvîyê ew ê beşdarî “Fîloya Sumud a Kûrewî” ku wê di 4ê Îlonê de ji Tunusê bi rê bikevin bibin, ji Balafirgeha Stenbolê bi duayan hatin oxirkirin.