Gotina hevpar yên zarokên Dîyarbekirî: “Jîyan bi nimêjê xweş e”

Zarokên ku beşdarî bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” bûn kêfxweşîyên xwe anîtin ziman û şîara wan yê hevpar gotina “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” bû.
Bernameya fînalê ya bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” li Dîyarbekirê bi beşdarbûna gelek mirovan hat tertîpkirin.
Zarokên ku beşdarî bernameyê bûn ji ÎLKHAyê re fikr û ramanên xwe anîtîn ziman.
“Ger ku sala hatî jî ev bername hebe em ê dîsa werin”
Muhammed Kanatê ku beşdarî bernameyê bû weha got, “Bernameya nimêjê xweş bû. Ji bo zarokan rojekî xweşik bû, em dixwazin ku bila dewama wî jî hebe. Em bi tevî xoceyên xwe hatin li vê derê. Li gorî min yên ku nehatine jî bila werin.”
Kenan Denîz, “Berame gelek xweş bû. Înşaallah em ê di wextên dinê de jî bernameyên ewakî bibînin.” Muhammed Enes Yaşar jî îfade kir ku di bernameyê de beşa ku herî xweşa wî çûya wexta nimêj û îlahîyan bûye.
Muhammed Aytaç Gumuş ku destnîşan kir ew nimêjê gelek hez dike weha axivî, “Ez nimêjên serê sibehê, nîvroyê, esrê, êvarê û eşayê gelek hez dikim. Jîyan bi nimêjê xweş e.”
Elîf Nur Erdogana ku îfade kir ew bernameyê gelek hez kirîye û dixwaze ku her sal were vê bernameye.
Azra Çetîn weha axivî, “Xoceyên me du hefteye ji me re qala nimêjê kirin. Ger ku sala hatîn jî ev bername hebe em ê gelek kêfxweş bibin. Jîyan bi nimêjê xweş e û nimêj stûna dînê me ye.”
“Ez ji hevalên xwe re dibêjim nimêj bikin û wan hînê nimêjê dikim”
Hatîce Meryem Kayaya ku axivî weha got, “Ez bi tevî malbata xwe kirina nimêjê a bi cemaetî gelek hez dikim. Ez her sibe bi tevî bavê xwe radibim nimêja serê sibehê û bi hev re Quranê dixweyînim. Ez niha di hafiztîyê de dixweyînim û malbata min jî ji vê rewşê gelek kêfxweş e. Ez û dîya xwe bi hev re nimêjê dikin. Dîya min ji min re dibêje, ‘dema ku tu nimêja xwe bikî ew ê Xwedê di hafiztîyêde ji tere bibe alîkar’ û dibêje her gavekî min yê ku ez biçim camîyê xêr e.”
Rojda Gurcuya ku diyar kir bername gelek bi kêf û coş derbas bûye weha axivî, “Ez di emrê xwe yê 7-8 salî de hînê nimêjê bûm. Nimêjê ji min re dê, bav û xoceyên min ya di qursa Qursanê de hîn kirin. Nimêj tişteke xweşik e û divê hemû kes nimêjê bike. Ez ji hevalên xwe re dibêjim ku bila nimêja xwe bikin û ez wan hînê nimêjê dikim. Bername gelek xweş bû. Cîhê ku pê kêfa min zêde hat wexta nimêjê û îlahîyan bû.”
Hîcran Kilinç, “Bernameya hînbûna nimêjê ya 3 hefteyî, derseke gelek tesîrdar bû û xoceyên me jî derheqê nimêjê de me agahdar kirin. Xoceyên me piştî her dersî ji me re derheqê nimêjê de pirsan pirsîn û dûre jî ji me re diyarîyan dan.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, sêwî û bêkesan fealîyetên alîkarîyê lidardixe, di navbera 2-8ê Cotmehê de ji bo malbatên mihtac di Parqa Şehîdên 15ê Tirmehê de ew ê kermesek lidarbixe.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, daxwaz kir ku bila salvegera hatina dinyayê a Hezretî Pêxember (selat û selam li ser wî be) ji jîyankirin û fêhmkirina sinnet û peyama wî re bibe wesîle.
Di encama operasyonên ku li 7 bajaran li dijî tiryakfiroşan hat lidarxistin de 72 kes hatin binçavkirin.
Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş, ji êrîşa li dijî Qurana Pîroz ku li Hollandayê hat kirin re weha got, “Hûn xelet dikin, hûn bi êrîşkirina ji mafên însanan û pîrozîyan re ji bingeha aştî û hizûra civakî re zerarê didin, wek ku dînamîtê dikin binî.”