Li navçeya Kartalkayaya Bolû di encama şewata ku li otelekê derket de hejmarê mirîyan derket 66 kesan û 51 kes jî birîndar bûn.
Li ser çiyayê Koroglû ya navçeya Boluyê di xwaringeheke otêlê de şewat derket, şewata ku derket di demeke kurt de mezin û belavê otêlê bû.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaiye, AFAD, UMKE, tenduristî û ewlehîyê hatin sewqkirin.
Waliyê Boluyê Abdulaziz Aydin diyar kir ku di saet 15.30an de şewat derketiye 234 mêvanên otêlê hene .
Ji teref Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya ve jî daxuyanîyek hat belavkirin ku ku di şewatê de 66 kesan canê xwe ji dest dane û 51 kes jî birîndar bûne hat ragihandin ku rewşa birîndarekî giran e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dê di 22ê Çileyê roja Çarşemê de ji bo hinek hevdîtinan biçe Mêrdînê.
Bendava Dîcleyê ya li Navçeya Egîlê ya Dîyarbekirê ku di sala 1986an de dest bi çêkirina wê kir û di sala 1997an de bi dawî bû, gelek şêniyên derdora wê di bin avê de man. Şêniyên taxa Tekya ku bîranînên wan di bin avê de mabûn, bîranînên xwe vegotin.
Weqfa Evîndarên Pêxember, ji bona ku zefera berxwedana Filistînê pîroz bikin û piştgirîya xwe ya ji wan re bidin nîşandan ji Bedenên Dîyarbekirê re afîşekî bimane daleqandin.