HUDA PARê derheqê “Cezadayîna ji heqaretên nirxên dînî re” de pêşnîyaza qanûnê da

HUDA PARê, ji Meclîsê re ji bona ku ji heqaretên ku ji nirxên menewî û dînî re têne kirin re cezayên pêximker bê dayîn û ji Qnûna Cezaya Tirk re meddeyekî bi sernavê “Heqareta ji nirxên dînî re” bê zêdekirin pêşnîyarek pêşkêşî Meclîsê kir.
Di salên dawîn de heqaretên li ser dîn û şîarên dînî her ku diçe zêdebûn pêk tê.
Sebeba herî mezin a vê yekê ev e ku, derheqê cezakirina van kesan de qanûnên mewcût kêr nayên.
Di vê çarçoveyê HUDA PARê teklîfa qanûnê pêşkêşê meclîsê kir ku bila li maddeeya bi hejmara 5237an maddeyek bê zêdekirin, kesên heqaretê li muqadestan û şîarên muqadesatên tên kirin bên cezakirin.
Di teklîfa qanûnê de îmzeyên Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Stenbolê Zekerîya Yapicioglu, Parlementerê Entabê Şahzade Demîr, Parlementerê Êlihê Serkan Ramanli û Parlementerê Mêrsînê Farûk Dînç heye.
Di teklîfê de tê gotin, bila ji kesên ku heqaretê li dîn û nirxên dînî re dikin, ceza bê zêdekirin.
Ji bo ceza ji nû ve bê serastkirin di teklîfê de weha tê gotin:
“Piştî kesek mir û herî kêm sê kes bi hev re werin cem hevdu û heqaretê li wan kesan bike, kufur bike ji sê salan heta du salan cezayê hepsê yan jî cezaya edlî yê pere te dayîn. Ger heqaret bi eşkere bê kirin ev ceza nîvî tê zêdekirin.
Ger ev heqaret li dîn bê kirin, bê gilî û şîkayet ji salkekî heta sê salan cezayê hepsê tê dayin. Ger ev sûcan bi rêya dîjat û înternetê bê kirin ceza nîvî tê zêdekirin.”
Dîsa di teklîfa qanûnê heqareta li dîn ji nû ve hat serastkirin:
“Bi gotin, tevger û tewrê xwe bi awayekê ger bi alehî û eşkere heqaret li dîn û şîarên dînî bê kirin, ziîf bixîne û tehqîr bike, yan jî kufurê li dîn û şîarên dînî bikin, ji du salan heta pênç salan bile bê cezakirin.
Ji kesên ku, ji emir û qedexeyên dînî fikrê dîn û kaanatên dîn re û kesên ku mensûbên dîn re heqaret bê kirin jî bi heman şiklê bile bê cezakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şêx Sanîîullahê ku wek temsîlkarê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ji Enqereyê re hat tayînkirin, ji teref Tirkîyeyê ve wek “Sefîrê rayedarê tam” hat qebûlkirin.
Li Meletîya Kevn a Meletîyê trênek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê di nav dikanekî de nîqaş derket, di encama nîqaşê de du birayên Îraqî bi çekan hatin kuştin.