HUDA PAR banga nimêja cenazeyê ya xiyabî kir
Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn ragihand ku ew ê piştî nimêja înê li hewşa Mizgefta Fatîhê ji bo şehîdan nimêja cenazeyê ya xiyabî bikin.
Eşîn di parvekirinek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku ew hemû şehîdan, bi taybetî jî Ebû Ubeyde, ku yek ji kesayetên sembolîk ên berxwedana Xezzeyê ye, silav dikin.
Eşîn di weşana xwe de diyar kir ku ew ê bi nimêja cenazeyê ya xiyabî ji bo şehîdan sondên xwe nû bikin.
Eşîn hemû welatiyan vexwend civîna ku dê piştî nimêja înê li hewşa Mizgefta Fatihê pêk were. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber berfa zêde û tofanê li Bedlîs, Wan, Colemêrg û Mûşê rêya 1644 gundan hatiye girtin.
Karwana Hêvîyê di çarçoveya çalakiyên alîkariyê yên ku bi piştgiriya xêrxwazên li Êlihê pêk tîne de, alîkariya xwarin û kelûpelên malê da sê malbatên mihtac.
Ji ber berfa zêde, qeşa û talûkeya cemidandinê, hemû saziyên perwerdehiyê yên li 19 bajaran roja Înê 2ê Çile hatin girtin.