Li Bedlîs, Wan, Colemêrg û Mûşê, rêya 1644 gundan hatîye girtin
Ji ber berfa zêde û tofanê li Bedlîs, Wan, Colemêrg û Mûşê rêya 1644 gundan hatiye girtin.
Ji 335 rêyên gundan ên li Bedlîsê 41ê wan bi saya hewldanên zêde yên ekîban ji bo trafîkê hatine vekirin.
Li gorî daxuyaniyek ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagera zêde rêyên 625 wargehên bajêr hatine girtin.
Ekîbên Daîreya Çêkirin, Parastin û Temîrkirina Rêyan ji bo vekirina rêyên girtî dest bi xebatê kirine. Rêya sereke ya Wan-Bîtlîsê ku ji ber berfê di şevê de hatibû girtin, piştî xebata tîman ji trafîkê re hate vekirin.
Du roj berfbarîna bênavber li bajêr tesîreke xerab li ser jiyana rojane kir. Li navenda bajêr bilindahiya berfê gihîşt 1 metre û li deverên bilind jî 2 metre, wesayît û xanîyên yekqatî di bin berfê de man.
Li gorî agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajarê Colemêrgê hatine wergirtin, ji ber şert û mercên hewayê yên nebaş rêyên 357 wargehan li seranserê parêzgehê hatine girtin.
Berf û bager bandorê li tevahiya bajêr dike. Şeyhmus Yentur, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Mûşê, diyar kir ku ji ber berfê niha gihîştina 368 wargehan ne gengaz e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karwana Hêvîyê di çarçoveya çalakiyên alîkariyê yên ku bi piştgiriya xêrxwazên li Êlihê pêk tîne de, alîkariya xwarin û kelûpelên malê da sê malbatên mihtac.
Serokê Bajarê Stenbolê yê HUDA PARê Mehmet Eşîn ragihand ku ew ê piştî nimêja înê li hewşa Mizgefta Fatîhê ji bo şehîdan nimêja cenazeyê ya xiyabî bikin.
Ji ber berfa zêde, qeşa û talûkeya cemidandinê, hemû saziyên perwerdehiyê yên li 19 bajaran roja Înê 2ê Çile hatin girtin.