Ji ber şewata 61 daristanan 23 kes hatin binçavkirin û 4 kes hatin girtin

Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya ragihand ku di derbarê 61 şewatên daristanan ên di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de derketine de, 23 kes hatine binçavkirin û çar kes jî hatine girtin.
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya hûrgiliyên lêkolînên li ser 61 şewatên daristanan ên ku di navbera 4 û 22ê Tîrmehê de li seranserê welat derketine parve kir.
Li gorî daxuyanîya wî ya li ser hesabê medyaya civakî, di encama xebatên tîmên cendirmeyan de 23 kes hatine binçavkirin, 4 ji van kesan hatine girtin û ji bo 19 ji wan biryara kontrola edlî hatiye dayîn.
Hat destnîşankirin ku piraniya şewatan ji ber şewqa kombaynan û makîneyên berhevkirinê çêbûne. Her wiha hat diyarkirin ku hinek şewat ji ber sedemên wekî agirên bi bêxemî vêxistî an mûmên ji bîrkirî li ser goristanan çêbûne.
Yerlikaya bang li welatiyan kir ku di parastina daristanan de baldartir û berpirsiyartir bin:
"Girîng e ku welatiyên me ji bo parastina daristanên xwe, bi taybetî di rojên germ ên havînê de, pir hişyar û baldar bin."
Wezîr daxuyanîya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Xwedê welat û miletê me ji her cure felaketê biparêze." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gundîyên Barê ya Çinara Dîyarbekirê, ji ber ku deynê wan zêde hatîye nivîsandin li ber Midûrtîya Bajar ê Ceryana Dîcleyê civîyan û bertekên xwe nîşan dan.
Li gelek bajarên Tirkîyeyê hewa îsal gellekî germ e. Cizîra Şirnexê jî ji ber germahiyê êdî dikele. Li Cizîra Şirnexê germahî 49 derece ye. Dikandar êdî dikanên xwe digrin. Kolan û cedde tev vala ne.
Karwana Hêvîyê, ji ekîbên ku li herêmên Geyve û Kozan ên Seqaryayê di şewatên daristanan de dixebitin re piştgiriya xwarin û vexwarinê da. Ekîbên ku ji Bûrsayê gihîştin herêma şewatê, ji ekîbên îtfaîye û dildaran re moralê dan.
Li Dîyarbekirê di bîra petrolê de teqîn çêbû. Di encamê de jê 2 giran 7 kes birîndar bûn. Agir hat xistin bin qontrolê.