Ji bo destpêkirina xebatên Parlamentoya Kurdistanê bang li partîyan hat kirin
Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Vala Ferîd ragihand ku ji bo temamkirina prosedurên rûniştina yekem a xula 6an a parlamentoyê, ew ê bang li hemû parlamenteran bikin ku bicivin. Ferîd diyar kir ku ew ê daxwaz bikin ku hemû fraksiyon sibe saet 11:00an de li hola parlamentoyê amade bin.
Li hemberî vê gava PDKê, ji aliyê aliyên sîyasî yên din ve bertekên cûda hatin nîşadan, bertekên ku hatin nîşandan wiha ne:
Fraksiyona YNKê: Diyar kir ku agahiyên wan ji vê hewldanê nîne û heta niha biryara beşdarbûna civînê nedane.
Tevgera Helwîst: Serokê Tevgera Helwîstê Elî Heme Salih ragihand ku ew nabin parçeyek ji nakokiyên navbera PDK û YNKê û wekî muxalefet beşdarî tu dengdanan nabin. Salih her weha anî ziman ku bêyî çalakkirina desteya serokatiya parlamentoyê, tu pêvajoyên din nayên meşandin.
Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê: Serokê Fraksiyonê Mustafa Abdullah diyar kir ku ji bo lidarxistina rûniştina parlamentoyê divê endamê herî bitemen (temenmezin) bangewaziyê bike û da zanîn ku dema banga fermî hat kirin, ew ê biryara xwe bidin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Barana dijwar ku di saetên êvarê de li Stenbolê zêde bû, jiyana rojane ya li seranserê bajêr têk bir. Li hinek navçeyan rê di bin avê de man, li Esenyurt û Umraniyeyê rê hilweşiyan û li Maltepeyê jî ax herikî.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di qezayeke trafîkê de ku qamyonek tîpên gazê û wesayîteke bazirganî ya sivik tê de bûn, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Hewaya baranî ya ku tesîrê li seranserê welat dike, ew ê ji roja Çarşemê pê ve cihê xwe bide hewaya sar. Tê pêşbînîkirin ku girseyeke hewaya sar a ku tê texmînkirin ji Rûsyayê were, bi taybetî li herêmên rojava û bakur, bibe sedema kêmbûna berbiçav a germahiyê, û li deverên bilind berf jî tê texmînkirin.