Karwana Hêvîyê ya Diyarbekirê wek ku her sal dike îsal jî di zivistanê de malbatên mihtac û feqîran ji bîr nekir, ji malan re alîkarîya êzingan kir.
Karwana Hêvîyê yê ku alîkarîyên xwe yên him li nav welat û him jî li derveyê welat didomîne, vê carê jî li Dîyarbekir ji malbatên feqîr re lazimatîyên zivistanê bela kir.
Dildarên Karwana Hêvîyê ên ku êzingan bi çewalan kaşê malê feqîran kirin, ji duayên feqîran re bûn talib.
Alîkarê Serokê Karwana Hêvîyê yê Diyarbekir Abdurrahîm Karadenîz derheqê fealîyetê de agahîyan da û weha got, “Em wek bi Karwana Hêvîyê yê Diyarbekirê ji malbatên xwe yên feqîr re soba û êzinga anît. Bi sedan malbatên me hene ku hêna jî bêvîya me ne. Banga me ya ji xêrxwazan ev e: Em di vê zivistanê de lazimatîyê feqîran ji wan re temîn bikin. Herî kêm bira zarokên me yên biçûk necemidin. Em zivistana wan bikin wek biharê. Bira Xwedê Teala ji niha ve xêra we qebûl bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cevdet Yilmazê Alikarê Serokkomar got ku, “Netanyahu û hevalên wî yên ku ev sûcên li dijî mirovahiyê kirin û Ewên ku li ser desthilatdariyê ne û bêdeng man, zû yan dereng wê li pêşberî mirovahiyê hesabê vê bidin.”
Li qeraxên Dîkîlîya navçeya Îzmîrê 22 koçber hatin girtin.
Sazîya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) qerara xwe ya derheqê encamên teqez ên hilbijartina 31ê Adarê, di hejmara îrî ya Rojnameya Fermî de weşand.
Wezareta Bazirganiyê, îstatîstîkên îxracatê ya bajaran a meha Nîsanê ya îsalê îlan kir.