Walî Kemal Kizilkaya ji teref Wezareta Karên Hindir ve ji Şaredarîya Sêrtê re wek qeyûm hat wezîfedarkirin.
Hevseroka Şaredarîya Sêrtê Sofya Alagaş di dema ku wek “rojnameger” dixebitîya de derheqê wê de ji sûca “endambûna ji rêxistina terorê” ve doz hatibû vekirin, doh ji teref Dadgeha Cezaya Girana 5emîn a Dîyarbekirê ve 6 sal û 3 meh cezaya hefsê lê hat birîn.
Wezareta Karên Hindir, piştî cezaya ku ji Alagaş re hat dayîn Walî Kemal Kizilkayayê jî wek qeyûm tayîn kir.
Polês derdorê avahîya şaredarîyê girt û ji partîyîyên DEMê re jî xeberê şandin ku qeyûm hatîye avêtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Meclîsa Şûra yê HAMASê Muhammed Dervîş û lijneya HAMASê di Kullîyeya Serokkomarîyê de qebûl kir.
Li navçeya Pamukkaleya Denîzlîyê mîdîbûsa karkeran qelibî, di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn.
Serokê Bajarê Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, îfade kir ku divê Kurdî li Tirkîyeyê bibe zimanê fermî.
Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, li Şirnexa ku ji bo hinek têkilîyan hatibûyê zîyaretên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de Demîr derbasî Hezexê bû û dikandarên qezayê zîyaret kir.