Ji şaredarîyên CHPê re lêpirsîna “terorê”: 10 girtî
![Ji şaredarîyên CHPê re lêpirsîna “terorê”: 10 girtî Ji şaredarîyên CHPê re lêpirsîna “terorê”: 10 girtî](/img/NewsGallery/2025/2/14/442554/FeaturedImage/532433e4-82d0-4402-913b-7105eb98d796.webp)
Li Stenbolê 10 kesên ku di bergeha lêpirsîna “terorê” ya ku li hember 9 şaredarîyên CHPyî hat destpêkirin de hatin sewqkirin mehkemeyê hatin girtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Alîkarê Serokê Şaredarîya Kartalê Cemalettîn Yuksel, Alîkarê Serokê Şaredarîya Ataşehîrê Lîvan Gur, Endamê Meclisê yê Şaredarîya Uskudarê B.K., Endamê Meclisa Şaredarîya Sancaktapeyê E.G., Endamê Meclisa Şaredarîya Fatîhê G.A., Endamê Meclisa Şaredarîya Tuzlayê H.O, Endamê Meclisa Şaredarîya Giravan N.A., Endamê Meclisa Şaredarîya Şîşlîyê S.G., Endamê Meclisa Şaredarîya Beyogluyê T.Ş. û Î.Pyê ku tê diyarkirin îrtîbata wî bi Şaredarîya Beyogluyê re heye ji teref mehkemeyê ve di bergeha lêpirsîna terorê de hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji rêvebirên HAMASê Talal Nassar di bernameya "Meha Sibatê Meha Şehadetê" ya ku ji teref HUDA PARê ya Şaxên Ciwanên Bajarê Stenbolê ve hat tertîpkirin de axivî û got: "Îro em bi vê wesîleyê soz didin ku em ê tu carî ji rêya şehîdan venegerin. Heger ew me, zarokên me bikujin û mal û milkê me desteser bikin jî em ê ji vê rêyê paşve neyên."
Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd ku ji teref HUDA PARê ve îro û sibe li Dîyarbekirê tê tertîpkirin, bi beşdarbûna gelek alim, dozvan û sîyasetmedaran ve dest pê kir.
Hat ragihandin ji ber berfa ku zêde dibare li Bidlîs, Wan, Mûş û Hekkarîyê rêya 988 gund û gundikan ji hat girtin.