Fewzî Berhum ku beşdarî meşa ku ji bo pîrozkirina zefera Tofana Eqsayê li Dîyarbekirê hatibû tertîpkirin bû, di axavtina xwe de bal kişand ku bi agirbestê herb neqedîyaye heta ku Filistîn azad bibe ew ê micadele berdewam bike.
Dîyarbekira ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di her platformê de desteka xwe ya ji bo berxwedana Xezzeyê diqîrîne, wek her demî vê carê jî di qad û meydanan de bû, bi minasebeta Hefteya Qudsê ya Cîhanê meşek hat lidarxistin.
Meşa mezin a ku bi hevkarîya ÎTTÎHADUL ULEMA, Sazîyên Civaka Sîvîl a Dîyarbekirê, Weqfa Alimên Medreseyê, Evîndarên Pêxember, Komeleya Piştgirî û Perwerdehî Ya Suffeyê, Platforma Azadîya Qudsê û Şehîd Alî Haydar Bengî ve hat tertîpkirin, bi beşdarbûna Berdevkê HAMASê Fewzî Berhum ve hat lidarxistin.
Evîndarên Qudsê yên ku li Çarrêya Dinyayê ya navçeya Kayapinara navend hatin cem hev, ji alîyê Bûlwara Dîclekentê ve ji Parqa Roboskîyê re meşîyan.
Meşa ku li Parqa Roboskîyê dawî bû bi axavtina Fewzî Berhum berdewam kir.
Fewzî Berhûm di axavtina xwe de destnîşan kir ku li pêşîya wan cîhadekî mezin heye, ji ber vê yekê divê ji vê cîhadê re hazir bin.
“HAMASê, ji yên ku axên me îşxalkirine re ji hewa, bejahî, behr û binê erdê ve êrîş kir”
Berhum destnîşan kir ku ew niha bi navê gelê Filistînê û Tûgayên Qessam li vê derê ye, “Min silavên wan, silavê fermandarê mezin Muhammed Dayf û Ebû Ubeydeyê ku rûyê wî girtîye lê hemû maskeyan anîtîyê xwarê ji we re anîtime. Ji Dîyarbekir û Tirkîyeyê bi Xezzeyê re rêzekî me û girêdayîyekî me heye. Hemd ji Xwedê re we van meydanan tijî kirîye. We ji roja ewil vir ve bi birayên me yên HAMAS, Cîhada Îslamî û Xezzeyê re bûn destek û we meşan li dar xist. Hûn vêya bîrva nekin dema ku em li Xezzeyê di nav cîhadê de bûn ji Dîyarbekir û Tirkîyeyê dengê we ji me re dihat. Piştgirîya we ya ji HAMASê re ji xûşk û birayên me yên micahîd re digihaşt û ji wan re dibû moral.”
Berhum di berdewama axavtina xwe de derheqê Operasyona Tofana Eqsayê de jî axivî û weha got, “Operasyona 7ê Cotmehê ji teref micahidên bijarte yên HAMASê ve hat lidarxistin. HAMASê, ji yên ku axên me îşxalkirine re ji hewa, bejahî, behr û binê erdê ve êrîş kir. Van fuze, çek û hêzên ku em bikartînin tevekî amûrên herbê ne. Di vê herbê de di nav 3 seatî de gelek cîhên sîyonîstan hatin bidestxistin. Di cîhada ku di 7ê Cotmehê de hat lidarxistin û 3 seat pêk hat de bi sedan sîyonîst hatin bidestxistin, bi sedan leşkerên jî kuştin, me gelek tankên wan teqand û gelek herêmên wan bidestxist. Helbet me vana bi alîkarîya Xwedê bidestxistîye.”
“Li hember qewetên super ên dinyayê be îzna Xwedê micahîdan qezenc kirin”
Berhum, “Sîyonîstan 76 sal hazirîyê kirin. Welatên Ewrûpayî bi salane ji sîyonîstan re alîkarîyê kirin. Ji bona ku bila HAMASê dev ji micadeleya hurrîyeta Filistînê berde gelek zor û zordarîyan li ser Hamasê danîn, derdorê wî dorpêç kirin feqet em wek HAMASê û hemû micahîdên me bi dengekî tenê wek îfadeya serokê me yê şehîd Îsmaîl Henîyye got, ‘Em ê îsraîlê nas nekin’. Micahîdên HAMASê di nav 3 seatan de li leşkerên îsraîlê xistin û wan perîşan kirin. Êdî ew nikarin rabin pîya. Emrîka û welatên Ewrûpayê bi tevî tank û balafirên xwe ji bona ku îsraîla bûbû wek enqazê xelas bikin hatibûn lê ti dem bi îzna Xwedê nikaribûn zerarê bidin micahîdên Xezzeyê. Li hember qewetên super ên dinyayê bi îzna Xwedê micahîdan qezenc kirin.”
Berhum di berdewama axavtina xwe de bal li ser zefera ku bi tevî HAMASê hatîye bidestxistin kişand û diyar kir ku ev zefer zefera ummetê ye:
“Ev civaka me ya ku vê meydanê tijî kirîye, alimên me yên biqîmet, îxtîyar, ciwan û xûşkên me yên li vê derê li Xezzeyê di cîhadê de bi me re bûn. Bila îro navê ciwan, îxtîyar û pîrekên Dîyarbekirîyan ji lewheyên şerefê re binivisînin. Ev zefer tenê zefera me nîne, ev zefer zefera we ye jî. Piştî 7ê Cotmehê dengeya cîhanê, Xezze, Filistîn û Ewrûpayê vegerîya. Cihûyîyan berê digotin ku li ser rûyê erdê yên ku mezlum in û dûçarê zilmê bûne cihûyî ne. Feqet piştî 7ê Cotmehê dinya dît ku yên ku li ser rûyê erdê mucrîm, zalim û misteheqê cezayê ne Cihûyî ne. Dîsa piştî 7ê Cotmehê gelê dinyayê dît ku Filistîn ya Filistînîyan, Xezze axên Xezzeyîyan, Quds jî ya Misilmanan e.”
“Bi îzna Xwedê li ber me cîhadekî mezin heye, xwe hazir bikin”
Berhum, “Zeferekî me heye feqet bila bê anîn ku 100 ton bombe li ser Xezzeyê hatîye avêtin. 50 hezar şehîd û 120 hezar birîndarên me hene. Herb hêna jî neqedîyaye. Tûgayên Qessam di nav xêr û ewlehîyê de ne feqet em ê nesekinin, heta ku Filistîn bi tememî bighêje hurrîyeta xwe em ê ji herbekî mezin re hazirîyê bikin. Ez bang li ciwan, îxtîyar, alim, xoce, mamoste, pîrek, çapemenî û medyaya civakî dikim. Bi îzna Xwedê li pêşîya me cîhadekî mezin heye, xwe ji wê cîhadê re hazir bikin. Bi îzna Xwedê em ê bi cîhada mezin a li pêşîya me dê Filistînê bi temamî bighêjînin hurrîyeta wî. Ew ê li ber me ne dîwarekî û ne jî sînorekî hebe, em ê tev bi hev re ber bi Eqsa û Qudsê re bimeşin.”
Bername, piştî axavtina Berhum bi duakirina Mele Huseyîn Încî ve dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Karûbarên Perwerdehîyê yê HUDA PARê Yahya Ograş weha got: "Em bang li endam û miletê xwe yên ezîz dikin ku zimanê xwe yê dayîkê hilbijêrin. Werin em bi hev re zimanê xwe yê dayîkê biparêzin. Werin em wî bikin amûra yekîtî û hevgirtinê, nekin amûra polîtîkayên zext û asîmîlasyonê"
Pispor balê dikişînin ser qerebalixiya vê dawiyê ya li nexweşxaneyan, pispor dibêjin ku sedema herî mezin a belavbûna bilez a ku nexweşîyên şobê ne derdorên qelebalix in.
Li navçeya Çumraya Qonyayê wesayîtek li dîrega ceryanê qelibî, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, kesekî jî birîndar bû.
6 şikdarên ku der barê hilweşîna avahîyekî 4 qatî ya li taxa Selçukluyê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.