Di rojeva Kabîneya ku ew ê di bin Serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive de, agirbesta li Xezzeyê û zêdekirina hevkarîyên bi Sûrîyeyê re bêne gotûbejkirin.
Kabîneya Serokkomarîyê, îro wê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive.
Civîna ku li Beştepeyê bê lidarxistin ew ê di seat 15.00an de destpê bike.
Wê di civîna Kabîneyê de meseleyên nav welat û derveyê welatê Tirkîyeyê û rewşa dawîn a aborîyê bêne bidestxistin.
Rojeva ewil ew ê agirbesta li Xezzeyê be, gavên destekê yên Tirkîyeyê ya ji bo Xezzeyê bêne axavtin.
Geşedanên dawîn ên li Sûrîyeyê jî di rojeva Kabîneyê de be. Rewşa dawîn a hevkarîya xeta Enqere-Şamê bêne bidestxistin.
Ew ê operasyonên herî dawîn a li Herêma Kurdistanê û Sûrîyeyê bêne kirin jî di maseyê de be.
Serokkomar Erdogan, wê piştî civînê ji gel re biaxive. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Di zîyaretên me yên li Êlih û bajarên dinê de em ê derheqê van meseleyan da hevdîtinan bikin. Piştî ku em van zîyaret û hevdîtinên xwe biqedînin ew ê daxuyanîyeke berfireh bikin.”
Li Navenda Kaşûna Kartalkayaya Boluyê di otêlekî de şewat derket, di encamê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Mehserta Mêrdînê ciwanek dema li sehayê maça fitbolê dilîst, krîza dil derbas kir, ciwanê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.