Karwana Hêvîyê ew ê di meha Remezanê de giranîya xwe bide li ser herêmên erdhejê

Karwana Hêvîyê ya ku bi temaya “Bila Remezanê Bibe Hêvî” dest bi amadehîyên meha Remezanê kir ew ê îsal di xebatên xwe de giranîya xwe bide li ser herêmên erdhejê.
Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîn Kurtaran derbarê amadehîyên ku ji bo meha Remenzanê tên kirin de daxuyanî da û amadehîyên ku tên kirin nirxandinan kir.
“Em ê him fitarê û him jî paşîvê bidin erdhejzedeyan”
Kurtaran di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew ê konan vekin û ew ê di van konan de him xwarina fitarê û him ya paşîvê bidin. Kurtaran dû re wilo zêde kir:” Ji Rebbê me yê ku me gihand meha Remezana ku meha bereket, rehmet û alîkarîyê ye. Ji ber ku di vê meha mibarek de em di nav felaketa erdhejê de ne em xemgîn in. Ji bo ku em ji wan xuşk û birayên xwe yên ku ji erdhejê zirar dîtine bibin alîkar ji roja ewil ve li sehayê ne. Înşallah em ê di meha Remezanê de jî ji wan re bibin alîkar û di vê mehê de konan vekin û ji erdhejzedeyan re xwarina paşîv û fitarê bidin.”
Kurtaran di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ê di meha Remezanê giranîya xwe bidin li ser wan herêmên ku lê erdhej pêkhatine; lê belê ew ê li derveyî welêt jî xebat bên kirin. Kurtaran dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji vê derê bang li xêrxwazan dikin. Em ji wan xêrxwazên xwe yên ku ji roja ewil ve ji me re dibin alîkar daxwaz dikin ku di vê meha mibarek de jî ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di doza êrîşa ku bû sedema kuştina Sekreterê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê Sacit Pişgin dema ku li avahiya partiyê nimêj dikir û bi kêrê hat kuştin û Serokê Bajarê yê wê demê Salîh Demîr jî birîndar bû de biryar hat dayîn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu der barê biryarê de nirxandinan kir.
Li Sêwrega Rihayê du mînîbûsa serwîsa ku mamoste di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di panela "Navbeynkariya Malbatê" ya ku ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî û got, "Heke em bikaribin saziyeke navbeynkariyê ya saziyî ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin da ku malbatên ku jixwe avakirina wan pir dijwar e, bi hêsanî ji hev nekevin."