Karwana Hêvîyê li Mûşê ji mihtacan re cil û bergên zivistanê belav kir
Serokê Komeleya Mûşê yê Karwana Hêvîyê Mustafa Şakar, daxuyand ku ew berîya ku zivistan were belavkirina cil û bergên zivistanê kirine.
Karwana Hêvîyê yê Mûşê, wek her sal îsal jî ji zaorkên êtîm û sêwîyan re alîkarîya zivistanê kir. Di çarçoveya projeyê de li dikanên cuda ji bi dehan zarokan re îmkana bijartina cil û bergan da zarokan.
Şakar, destnîşan kir ku bi sedan zarok li cem wan qeydkirîne, lê ji bona ku ew ji hemî zarokan re destê xwe dirêj bikin lazim e ku xêrxwazan alîkarîya wan bikin.
Şakar derheqê projeyê de axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê ya Mûşê, wek her sal îsal jî ji bi dehan êtîm û sêwîyên ku li cem me qeydkirîne re li dikanên cuda yên bajarê me bernameya cil û bergan tertîp kir. Îro jî bi dehan zarokên me hatin li vê derê û li gorî dilê xwe li vê derê xwe poşandin. Hêna jî bi sedan zarokên me hene ku li komeleya me qeydkirîne. Em jî ji bona ku ji van zarokên xwe re destê xwe dirêj bikin dixwazin ku bila xêrxwazên me alîkarîyên xwe zêde bikin. Berîya ku zivistan were em dixwazin ku wan zaorkan kêfxweş bikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hetayê polêsan dema ku xebata kontrolê dikirin, di nav tirekî de 16 koçberên neqanûnî dîtin.
R. O. (45) ku îro li navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê di êrîşa çekdarî ya li ser rawestgehek taksiyan de birîndar bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di êrîşeke çekdarî ya li ser firoşgeheke taksiyan de şofêrê taksiyê birîndar bû.