Li Hetayê 16 koçberên neqanûnî hatin qefaltin: 2 şikdar hatin girtin
Li Hetayê polêsan dema ku xebata kontrolê dikirin, di nav tirekî de 16 koçberên neqanûnî dîtin.
Bûyer, li ser rêya Antakya-Belenê pêk hat. Ekîbên ku girêdayê Midûrtîya Ewlehî ya Hetayê ne, di nav tirekî de li ser şibheyê lêgerînek kirin. Di encama lêgerînê de hat îfadekirin ku di nav tirê de 16 koçberên ku bi rêyên neqanûnî ketine nav welat hatin tespîtkirin.
Koçberên ku piştî kontrola wan a tenduristîyê hate kirin ji Midûrtîya Îdareya Koç a Bajêr re hatin teslîmkirin. 2 kesên ku tê diyarkirin koçberan bi rêyên neqanûnî kirine nav welat jî hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Komeleya Mûşê yê Karwana Hêvîyê Mustafa Şakar, daxuyand ku ew berîya ku zivistan were belavkirina cil û bergên zivistanê kirine.
R. O. (45) ku îro li navçeya Rezan a navenda Dîyarbekirê di êrîşa çekdarî ya li ser rawestgehek taksiyan de birîndar bû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin canê xwe ji dest da.
Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê, di êrîşeke çekdarî ya li ser firoşgeheke taksiyan de şofêrê taksiyê birîndar bû.