Karwana Hêvîyê ya Dîyarbekirê ji bo xêra mihtacan kermesek vekir
Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, mihtac û sêwîyan alîkarîyan li dar dixe, li Qada Şêx Seîd ji bo xêra malbatên mihtac kermesek vekir.
Karwana Hêvîyê armanc dike ku ew ê bi qezenca di kermesê de ji malbatên mihtac re lazimatîyan bistînin û ew ê kermes jî heta 30yê Cotmehê vekirî be.
Hat îfadekirin ku di kermesê de ji amûrên metbexê, xurdewat, cil û bergên zarok, zilam û pîrekan, solan, xwarin û şêranî hene.
Serokê Karwana Hêvîyê Emîn Akyuz, îfade kir ku kermes ew ê heta 30yê Cotmehê berdewam bike û ji xêrxwazên ku piştgirîyê dane kermesê re jî sipasîyan kir.
“Qezenca ku di kermesê de werin bidestxistin wê ji mexdûr û mihtacan re werin xerckirin”
Akyuz îfade kir ku ew vê kermesê kirine wek kevneşopîyek û got, “Hemd ji Xwedê re ku em wek Karwana Hêvîyê îsal jî kermesa ku me kirîye wek kevneşopîyek vekirîye. Kermesa me li Qada Şêx Seîda ku li navçeya Surê ye hatîye vekirin. Ew ê kermesa me heta 30yê Cotmehê berdewam bike û wê her roj heta seatê 20.00an bidome. Em ê qezencên ku ji li vê deêr bidestbixin ji bo mexdûr û mihtacan re bikarbînin.”
Akyuz ji welatîyan re jî bang kir û weha got, “Banga me ya ji welatîyên me re ev e ku bila danûstandinên xwe ji li vê derê bikin, û ew dikarin li kermesa me bexşan jî bikin. yanê heger ew jî bixwazin ku ji vê kerwana xêrê re destekê bidin bila werin li vê derê û lazimatîyên xwe ji li vê bistînin. Gelek tiştên me hene. Ji xalîyan bigrin, heta tiştên elektronîkî, ji cil û bergan bigre heta xwarinê curbecur tiştên me hene. Em ji xêrxwazên xwe re teşekuran dikin, Xwedê xêra wan qebûl bike. Xwedê kermesa me bike wesîleya xêrê.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di “Komxebata Çareserîya Însanî Ji Bo Meseleya Kurd” de axivî û got, “Meseleya Kurd bes ne tenê mesleya Tirkîyeyê ye. Ev meseleyeke ku hem cîranên me yên nêz û hem jî dûr rasterast eleqe dike. Nirxandina vê meseleyê ya di warê tenê şibaka ewlehîyê de, tê vê maneyê ku rêyên hemû çareserîyên ji serî ve têne girtin.”
Nivîskar û hiqûqnas Îbrahîm Guçlu, di “Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd” de, bang li hikûmetê kir û got, “Gelo hûn dixwazin meseleyê bi Kurd re çareser bikin? Ev rê, ne rê ye. Divê hûn bi Kurdan re çareser bikin. bi gelê xwe re çareser bikin.”
Ji teref Serokatîya Karên Hiqûqî û Mafên Însanî yê HUDA PARê ve li Wanê Komxebata Çareserîya Însanî ya Ji Bo Meseleya Kurd tê tertîpkirin. Ji komxebatê re gelek akademîsyen, sîyasî, hiqûqvan, lêkolîner û nivîskar beşdarî dibin.
Li herêma Muratbeyê ya li ser rêya Bartin-Karabukê, ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, otobusa karkeran wergeriya û di encamê de kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.