Karwana Umudê li herêma erdhejê xidayê belavkir
![Karwana Umudê li herêma erdhejê xidayê belavkir Karwana Umudê li herêma erdhejê xidayê belavkir](/img/NewsGallery/2025/2/7/441446/FeaturedImage/24fc9359-fb9b-423d-b4fa-8a1417c3ee03.webp)
Karwana Umudê ya ku di salvegera 2yemîn a erdheja 6ê Sibatê de jî didomîne, kolîyên xidayê belavî malbatên xwedî îhtîyac kirin.
Mehmet Faîk Doganê Koordînatorê Herêma 2yemîn a Karwana Umudê û Abdurrahman Evînê Temsîlkarê Karwana Umudê ya Mereşê erdhejzedeyan zîyaret kirin û kolîya xidayê teslîmî wan kirin.
“Em hatin vêderê ku êşa wan sivik bikin”
Dogan diyarkir ku xebatên wan ê li herêma erdhejê didome û wisa dewam kir, “Em di 2. salvegera erdheja 6ê Sibatê de li Mereş û herêmên din ên erdhejê xebatên xwe didomînin. Piştî erdheja 2 salan me birayên xwe yên erdhejzede bi tenê nehişt û îro jî li cem wan sekinîn. Serdanên me yên li Mereşê berdewam dikin. Piştî çalakiyên curbecur ên 6ê Sibatê, îro em serdana malbatên xwe yên hewcedar dikin, wan pêşwazî dikin û paketên xwe yên xidayê teslîmî wan dikin. Birînên erdhejê ji her alî ve pêçandina xwe didomînin. Çawa ku me di kêliya yekem a erdhejê de kir, îro jî em hatine êşa birayên xwe parve bikin û birînên wan derman bikin.”
“Emê ji birînên wan re bibin derman”
Dogan di berdewama gotinên xwe de wisa peyivî, “Weke Kerwana Umudê em di seetên ewil ên erdhejê de bi xwişk û birayên xwe re li qadan bûn û heta êşa erdhejê xilas bibe em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Li Hetay, Semsûr, Mereş û Meletiyê ku dîmenên herî bi êş ên erdhejê lê hatin jiyîn û herî zêde wêranî lê hat dîtin em ê li qadan bin û bi heman ruhê ku em bûne bedenek bi sedan xwişk û birayên xwe bi mehan li qadan bin û ji birînên wan re bibin derman.
Bi vê wesîleyê careke din teşekkurî welatiyên me yên xêrxwaz dikim. Ji ber ku bi piştgirîya xêrxwazên me yên bi qîmet karîbû xebata me li deverên berfireh belav bibe û hêviyê bigihîne gelê me û ez gelek teşekkurî we hemûyan dikim.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di rapora lêkolîna herêma erdhejê ya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat hazirkirin de, di rewşên wek erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ên ku di 6ê Sibata 2023an de li Bazarcix û Elbîstana navçeyên Mereşê pêk hatin de, li 11 parêzgehan wêraniyên ku ji ber erdhejê pêk hatin û di erdhejê de piştî erdhejê çi hatin kirin, hat nîqaşkirin.
Tê texmînkirin ku îro li rojhilatê Marmara, rojhilatê Anadolîya Navîn, Rojava û Behra Reş a Navîn, peravên Rojhilatê Behra Reş, başûrê rojavayê Rojhilatê Anadoluyê, Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Kahramanmaraş, Osmaniye, Eskîşehir, Çankiri, Konya, Mûş û Bedlîsê şilope û berf bibare.
Li Antalyayê di operasyona "Hucre-9" a li dijî rêxistina sûcê organîze de 15 kes hatin girtin û nêzî 200 milyon TL yên şikdaran hatin bidestxistin.