Klîma teqîya: 4 birîndar

Li TOKÎ Memursena Dîyarbekirê di daîreyekî de klîma teqîya, di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Şewat, di seat 11.00an de li TOKÎ Memursena Dîyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di daîreyekî qata 3yemîn a qonitên TOKÎyê DG-26 A Blokê de klîmayek ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqîya.
Bi tevî teqîna klîmayê, perdeyên malê şewitîn û bi wê şeklê agir belav bû û mezin bû.
Agirê ku di demeke kurt de belavê temamê malê bû, bû sedema birîndarbûna 4 mirovan.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.
Şewata ku derket bi midexeleya ekîban ve hat vemirandin. Ekîbên tenduristîyê jî 3 kesan li ser pîyan tedawî kirin, yek kes jî ji bo tedbîrê birin nexweşxaneyê.
Xebata sakirina ekîbên îtfaîyeyê berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Entabê tirek û motorbisiqletek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Îro danê sibê li navçeya Oltu ya Erziromê di kana madenê de hilweşînek çêbû.
385 saziyên Îslamî, alim û şandeyên dînî yên ji çar aliyên cîhanê, ku li Stenbolê hatin cem hev, di daxuyaniyek berfireh de, meşrûiyeta "Tofana Eqsayê" û mecbûriyeta piştgiriya berxwedanê ragihandin.