Koordînatorê Sehaya Erdhejê yê Karwana Hêvîyê: Em ji bo meha Remezanê amadehîyên xwe dikin

Karwana Hêvîyê ya ku li Hetayê rojane ji 10 hezar kesî re xwarina germ çêdike a niha ji bo meha Remezanê amadehîyan dike da ku ji erdhejzedeyan re xwarina paşîv û fitarê bê dayîn.
Koordînatorê Sehaya Erdhejê yê Karwana Hêvîyê Naîm Uslu derbarê amadehîyên ku ji bo meha Remezanê tên kirin de nirxandinan kir.
Uslu di nirxandina ku kir de destnîşan kir, em ji bo meha Remezanê amadehîyên xwe dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Karwana Hêvîyê ji roja ewil a erdhejê ve ji erdhejzedeyan re alîkarîyê dikin. A niha em li vê derê rojane ji 10 hezar kesî re 3 danan xwarinê çêdikin. Xweda nesîb bike ew ê xebatên me yên alîkarîyê di meha Remezanê de jî berdewam bikin. Em a niha amadehîyan dikin. Li cihê nû yê ku ji bo me hatiye tahsîskirin em ê him dîsa xwarinê çêkin û him jî ew ê erdhejzedeyên me karibin li cihê me yê nû karibin nimêjên xwe yên terawîhan eda bikin. Em ji vê derê cardin bang li xêrxwazên xwe dikin da ku xêran bikin û alîkarîyên xwe ji bo erdhejzedeyan bişînin.”(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di doza êrîşa ku bû sedema kuştina Sekreterê Bajarê Edeneyê yê HUDA PARê Sacit Pişgin dema ku li avahiya partiyê nimêj dikir û bi kêrê hat kuştin û Serokê Bajarê yê wê demê Salîh Demîr jî birîndar bû de biryar hat dayîn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu der barê biryarê de nirxandinan kir.
Li Sêwrega Rihayê du mînîbûsa serwîsa ku mamoste di nav de bûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 28 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê tirek û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kesan birîndar bûn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di panela "Navbeynkariya Malbatê" ya ku ji teref Serokatiya Jin û Malbatê ya partiya xwe ve hat lidarxistin de axivî û got, "Heke em bikaribin saziyeke navbeynkariyê ya saziyî ava bikin, em ê gaveke girîng bavêjin da ku malbatên ku jixwe avakirina wan pir dijwar e, bi hêsanî ji hev nekevin."