Li Cizîrê navê Mizgefta Meydanê nayê guhertin, cihê tirbên mîran tê parastin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî nîqaşên derbarê projeya avakirina nû ya Mizgefta Meydanê (Mizgefta Mîrekan) a dîrokî de, nivîskar û lêkolîner Abdullah Yaşin daxuyanî da.
Yaşin diyar kir ku mizgeft ji aliyê Mîr Bedredîn ve hatiye çêkirin, di sala 1935an de ji bo rêyan hatiye xirabkirin û di sala 1971ê de jî 12 kêlên tirbên mîrên Cizîrê hatine rakirin û avêtine Çemê Dîcleyê.
Yaşin derbarê xebatên dîtina kêlên dîrokî de wiha got: "Niha malbateke xêrxwaz vir ava dike. Me ji bo kêlên tirban ên ku di sala 1971ê de avêtine çem, cihê wan nîşanî Walî, Qeymeqam û Rektorê xwe da. Rayedaran jî gotin 'Ger qismet be em ê hewl bidin vê bikin.'"
"Navê mizgeftê nayê guhertin û cihê tirbên mîran ew ê bê parastin"
Yaşin eşkere kir ku ji bo tirbên mîran ew ê cihekî taybet bê veqetandin û got: "Niha li vir 2 mîr hene. Xêrxwaz ew ê projeyê sererast bikin, ji bo 12 mîrên din jî cih veqetînin û li ser van 14 tirban qubeyeke hevpar çêbikin. Bila gel şaş fêm neke; navê vir nabe 'Mizgefta Kadioglu', ew ê dîsa wekî Mizgefta Meydanê bimîne û bibe cihê ziyaretkirinê."
"Ger Xwedê bê herê em ê kêlên tirban ji Çemê Dîcleyê derxin"
Yaşin bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Mîrektiya Botanê (1260-1847) ku Cizîr paytexta wê bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji van mîran 14 heb li vir in, lêkolînên ji bo yên din jî berdewam dikin. Ez bi hêvî me, ger Xwedê bê herê, bi piştevaniya Walî û wezareta têkildar em ê wan kêlan ji Çemê Dîcleyê derxin û bigihînin cihê ku heq dikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê HUDA PARê û Endamê Meclisê Serkan Ramanli di 5emîn Kongreya Asayî ya Serokatiya Bjara Denîzliyê ya HUDA PARê de axivî û got, "Her sal hinek sendîka sînorê feqîriyê radigihînin. Bi rastî, divê em sînorê têrbûnê diyar bikin, ne sînorê birçîbûnê."
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand, "Pênc hevalên me yên çekdar ên qehreman ên ku di helîkoptera Hêza Hewayî de xizmet dikirin ku li Eskîşehîrê di firîna perwerdehiyê de ket xwarê, şehîd bûn."
Li navçeya Hezo ya Êlihê di qezaya trafîkê ya ku du wesayît li hev qelibîn de 8 kes birîndar bûn.