Li Dîyarbekirê 123 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Dîyarbekirê di operasyonên ku li dijî kesên ku tiryakfiroş û bikar tînin de hatin kirin de, 123 kîlogram esrar hat desteserkirin û li dijî 28 şikdaran lêpirsîn hat destpêkirin.
Fermandariya Cendirmeyên Bajara Dîyarbekirê operasyonên xwe yên li dijî kesên ku maddeyên hişber difiroşin û bikar tînin didomîne.
Di çarçoveya operasyonên ku hatine kirin de, 525 nebatên esrar û skunk, 523 hebên narkotîkê û 123 kîlogram esrar hatin desteserkirin.
Di operasyonan de li dijî 28 şikdaran tedbîrên qanûnî hatin girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hewaya baranî ya ku tesîrê li seranserê welat dike, ew ê ji roja Çarşemê pê ve cihê xwe bide hewaya sar. Tê pêşbînîkirin ku girseyeke hewaya sar a ku tê texmînkirin ji Rûsyayê were, bi taybetî li herêmên rojava û bakur, bibe sedema kêmbûna berbiçav a germahiyê, û li deverên bilind berf jî tê texmînkirin.
Mînîbûseke rêwîyan li ser rêya Entab-Semsûrê ji ber baranê ji kontrolê derket û kete nav gelî, di encamê de şofêr jî di nav de 15 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e.
Erdhejek bi lerza 3.8 ku li herêma Dihokê ya Herêma Kurdistanê çêbû, 11.34 kîlometre dûrî navçeya Silopiya Şirnexê hat qeydkirin.