Li Dîyarbekirê cotkar, dest bi berhevkirina fistiqan ku jê re dibêjin “Zêra Kesk” kirin.
Berhevkirina fistiqên Sêrt û Entabê ku li ber çavê cotkaran gelek biqîmet e ku qezencekî zêde dide mirovan, di bin hewaya germ de tê kirin.
Cotkarên ku li gundê Barêya navçeya Çinara Dîyarbekirê erdên xwe kirine baxçeya fistiqa Sêrt û Entabê, ji rekolteya îsalê memnûn in.
Li herêma ku germahîya hewayê derdikeve heta 40-45 dereceyî, karkeran di seatên serê sibehê de dest bi berhevkirina fistiqan dikin.
Cotkarên ku îfade kirin li Riha û Entabê ji ber axê zû berhev tê kirin, ji cotkaran kîloya wî bi halê şil 105 Lîreyî tê standin.
MEHMET DEMÎRTAŞ
“Dema ku em fistiqên xwe didin Entabîyan ji me re dibêjin ‘Fistiqên we xweş û gewr in’”
Mehmet Demîrtaş ku îfade kir ew çend sal berê dest bi vê karê kirîye weha got, “Min van daran di sala 1980-1981an de ji Midurê çandinîyê ya wê dewrê stand. Wê çaxê min baxêma wan nedikir, motor tinebû cotê heywanan bû. Niha 10-15 sal e em baximê dikin û hemd ji Xwedê re werim heye û îsal jî rewş baş e. Baxima wan ev e tu zivistanê kirfetorekî lêdixîyê, biharê kilfetorekî lêdixîyê û tu yê di Gulanê de jî kilfetorekî lêbixîyê berê wî jî mer dikî û dermanên wan didî wan. Hemd ji Xwedê re baş e. Vana yên beha ne. Yên Entabê ne û çend heb yên Sêrtê jî di nav de hene. Entabî têne ji me distînin ji me re dibêjin yên we ji yê me xweştir û bedew in.”
PERTEV DEMÎRTAŞ
Pertev Demîrtaş jî îfade kir ku ew vê salê berhêmekî baş bidestxistine, “Em niha top dikin, darê fistiqan in. Li gorî Entab û Rihayê fistiqên cem me zû dighêjin. Îsal li gorî sala çûyîn baştir e lê fîyet li gorî par hindik e. 20 roj berê digotin wa derdikeve û kîloya wî 140 150 lîre ye. Par jî me bi 110an difirot îsal jî em bi 105an difroşin. Îro 3 roj e li Entabê û Rihayê milet derdikeve ser cedeyan rêyan digrin ku bila dengê wan derkeve. Yê me 120 darê me heye û em wisa texmîn dikin ku 3 – 4 ton em ê rakin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Mêrdîn-Qoserê serwîsekî febrîqeyê û tirekî li hev qelibîn, di encama qezayê de 13 kesan birîndar bûn.
Li Stenbolê, di nav 24 seatên dawîn de 11 kesan ji ber jehrê/eraqê canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Akhîsara Manîsayê du serwîsa karkeran li hev qelibîn, di encama qezayê de 35 karker birîndar bûn.
Zêdebûna fîyetên tîpan ku di van demên dawîn de gelek zêdetir bûye ji teref welatîyên feqîr ve dibe sedema bertekan.