Li Dîyarbekirê çem û newal tije bûn
Piştî barana gur a ku li Dîyarbekir û derdora wê tesîr kir, çem û newal tije bûn. Çemê Qizilçûbûkê ku yek ji çavkaniyên Çemê Firatê ye, di navbera navçeyên Erxenî û Çêrmûgê re diherike û bi baranên dawî gelekî geş bû.
Çemê ku di sînorên gundên Erxeniyê yên wekî Kelabîto, Qawakli, Berejok û Sakizbûrnû re derbas dibe û digihîje Bendava Ataturkê, ji bo avdana zeviyên çandiniyê gelekî girîng e. Tijebûna çem û herikîna wî ya gur hem dilê cotkaran xweş kir hem jî ji bo hezkiriyên xwezayê dîmenên xweşik afirandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê di encama şerê bi çekan ê di navbera du koman de li gorî agahiyên destpêkê gelek kes birîndar bûn û rewşa yekî ji birîndaran giran e.
Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Faîq Zêdan, ji bo çareserkirina krîza destûrî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de, di 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an de dest bi diyalogeke neteweyî dike.
Li navçeya Mîdyada Mêrdînê, di tirekî de ku hate rawestandin, 80 koçberên bêdestûr ên welatiyên Efxanî hatin dîtin û şikdarekî qaçaxçîtiya koçberan hate girtin.