Li Dîyarbekirê rojên dawî yên demsalê
Li Dîyarbekirê dema ku payîz amadekariyê dike cihê xwe ji zivistanê re bihêle, xweza bi rengên zer, sor û kesk dîmenên mîna kartpostalan pêşkêş dike.
Ji Baxçeyên Hewselê heta Geliyê Dîcleyê, ji derdora Pira Dehderî heta parqên bajêr, pelên daran ên ku reng diguherin û li ser erdê diweşin, mizgîniya hatina zivistanê didin. Ev dîmenên ku li kêleka Bircên Dîrokî û Çemê Dîcleyê derdikevin holê, xweşikahiya xwezayî û dîrokî ya Dîyarbekirê careke din radixin ber çavan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Balafirgeha Çarşamba ya Semsûnê balafirgeha perwerdehîyê kirim bû û ji rêya xwe derket, hat diyarkirin ku rewşa balafirvanê baş e.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bona ku biryarên dawî yên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê û civîna çaverêkirî ya di navbera Hewlêr, Bexda û Emrîkayê de nîqaş bikin li Silêmaniyê civînek çar alî li dar dixin.
Wezareta Karên Hindir daxuyand, li 29 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin, di encamê de 84 şikdar hatin binçavkirin.