Li Kirikkaleyê teqîn: 2 mirî
Li navçeya Yahşîhan a Kirikkaleyê di dema xebatên lêkolîn û pêşveçûnê de teqîna teqemeniyê çêbû û di encamê de 2 karmendên sektora taybet canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Kirikkaleyê, îro derdora saet 14:00an de, di dema xebatên lêkolîn û pêşveçûnê yên li şantiyeya hilweşandinê ya li herêma Bedestenê ya navçeya Yahşîhanê de, ji ber teqîna teqemeniyê bi xeletî 2 personelên leşkerî canê xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê, hat ragihandin ku ekîbên pêwendîdar ji herêmê re hatin şandin û tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.
Walîtî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku lêpirsîneke dadwerî û îdarî li ser bûyerê hatiye destpêkirin û pêvajoyê ji aliyê saziyên pêwendîdar ve bi baldarî tê şopandin.
Di daxuyaniyê de ji bo welatiyên ku canê xwe ji dest dane rehmet û ji bo malbat û hezkiriyên wan jî sersaxî hat xwestin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Enqereyê otobûsa EGOyê qeza kir, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Germencîk a Aydinê di mezinahîya 3,9an de erdhejek rûda.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanliyê derbarê dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî de pirsek nivîskî pêşkêşî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin kir.