Li Kutehyayê di mezinahîya 4,5an de erdhej

Li navçeya Sîmava Kutehyayê di mezinahîya 4,5an de erdhejek pêk hat.
AFADê diyar kir ku li navçeya Sîmava Kutehyayê di seat 13.15an de di mezinahîya 4,5an de erdhejek hat qeydkirin.
Hat destnîşankirin ku erdhej 7,71 kîlometre di bin erdê de rû daye.
Li gorî diyarîyên heta niha bûyerekî xerab pêk nehatîye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Qosera Mêrdînê navenda trafoyê ku ji gundan re ceryanê temîn dikir şewitî, ji ber şewata trafoyê 115 gund bêceryan man.
Temsîlkarên ÎTTÎHADUL ULEMA û Karwana Hêvîyê ku ji bona beşdarî bernameya "Global March to Gaza" (Meşa Xezzeyê ya Kûrewî) ku li Misirê bihata tertîpkirin çûbûn Misirê, ji teref polêsê Misirê ve hatin binçavkirin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, destnîşan kir ku li Xezzeyê 20 meh in êrîş berdewam dikin û divê li hember vêya gavên ku bi çavan bêne dîtin bên avêtin, bang kirku divê fîloyên alîkarîyê jî di nav ewlehîyê de bighêjin Xezzeyê.
Li navçeya Keferdîza Meletîyê wesayîtekî çandinîyê ku wek bi navê patpatê tê naskirin qulipî, di encamê de şofêr canê xwe ji dest da.