Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Divê ewlehîya fîloyên alîkarîyê bi keştîyên herbê bêne temînkirin

Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, destnîşan kir ku li Xezzeyê 20 meh in êrîş berdewam dikin û divê li hember vêya gavên ku bi çavan bêne dîtin bên avêtin, bang kirku divê fîloyên alîkarîyê jî di nav ewlehîyê de bighêjin Xezzeyê.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Meclîsê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîya xwe de bal li ser drama însanîyetê ya li Xezzeyê kişand. Dînç got, Divê ji Xezzeyê re korîdora însanî bê vekirin û fîloyên alîkarîyê jî ji bo Xezzeyê tevbigerin.”
“8 aktîvîst hêna jî êsîr in”
Dînç, derheqê keştîya ku ji Îtalyayê bi rê ket û ji teref rejima îşxalker ve dûçarê êrîşê bûbû de jî axivî, Dînç bibîrxist ku keştîya “Madleen”ê di nav ava navneteweyî de ji teref rejima îşxalker ve hat sekinandin, di keştîyê de çek û cebilxane tinebûn, tenê amûrên alîkarîya însanî hebûn.
Faruk Dînç, îfade kir 12 aktîvîstên ku di nav keştîyê de bûn ji welatên cuda bûne û bawerîyên wan jî ne yek bûye, “Vana dema ku diçûn Xezzeyê ji teref şebekeya terorê ve dûçarê êrîşê hatin û her 12 aktîvîst jî hatin desteserkirin. Her 12 aktîvîst jî ji welatên cudane, bawerîyên wan û fikrên wan jî ne yek in lê însanên ku hêna jî wijdanê wan winda nebûne bûn. Van aktîvîstan bê sûc û beredayî bîle sebeb hatine desteserkirin. Bi rastî li wê derê axa van aktîvîstan jî tinene, lê digel vêya dîsa jî însanên ku ji bo însanîyetê derketine rê hatin desteserkirin. Di encama zexta navneteweyî de 4 hebên wan hatin serbestberdan. Encax hêna jî heşt hebên wan êsîr in. Dadgehên wan ên qaşo ew ê di 8ê Tîrmehê de mehkemeyekî bikin. Bi rastî ev ji bo însanîyetê û ji bo welatên wan şermekî mezin e. Ev bi tu şeklê nayê qebûlkirin.”
“Divê fîloyên alîkarîyê ji bo Xezzeyê tevbigerin”
Dînç, destnîşan kir ku rejima terorê hiqûqa navneteweyî ji tiştekî re nahesibîne û dûre weha got:
“Berîya her tiştî divê van heşt aktîvîstan bêne serbestberdan. Ev mesele, bi şermezarkirinê nayê derbaskirin. Bi tevî vêya divê hemû welatan ji îsraîla şebekeya teror a sîyonîst re rêyên xwe yên behrê, benderên xwe yên behrê û rêyên xwe yên hewayê bigrin. Îro yê ku divê bê dorpêçkirin îsraîla şebekeya terorê ya sîyonîstan e. Çîmkî ew ê ku heysîyeta însanîyetê kirîye bin nigan îsraîla ku şebekeya terorê ya sîyonîstan e ye.
Bi tevê vêya divê ji Xezzeyê re korîdora însanî bê vekirin û fîloyên alîkarîyê ji bo Xezzeyê tevbigerin. Helbet ewlehîya van fîloyan jî divê bi keştî û balafirên herbê ve bêne temînkirin. Ji îsraîla îşxalker re jî bê gotin ku midexeleya ji van fîloyan re sedema herbê ye û li gorî vêya tewrekî bê nîşandan. Êdî divê gavên ku bi çavan bêne dîtin bêne avêtin. Şebekeya terorê ya sîyonîstan ji tu şermezarkirinê fêhm nake.”
“Ji bona ku welatîyên me bêne serbestberdan gav bêne avêtin”
Faruk Dînç di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di nav aktîvîstên ku hatine êsîrgirtin de Huseyîn Şuayb Oruç û Yasemîn Acara ku welatîyên Tirkîyeyê ne jî hene, “Divê welatê me jî di vî warî de gavan bavêje û ji bona ku van welatîyên me bêne serbestberdan teşebûsan bike.”
“Em ê sekina xwe ya li cem berxwedana bi rûmet bidomînin”
Dînç di dawîya daxuyanîya xwe de ji mirov û sazîyên ku li erdnîgarîyên cuda yên cîhanê li cem gelê Filistînê sekinîne re jî teşekur kir û got, “Em hemû kesên ku li hember qirkirinê dengê xwe bilind kirine silav dikin. Em ê sekina xwe ya li cem berxwedana bi rûmet bidomînin” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Êlihê li erdên çandiniyê yên hişk, çinîna genim û ceh dest pê kiriye. Lêbelê, ji ber ku di dema çandiniyê de li herêmê baran kêm bûye, berhem pir kêm bûye.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik got, "Êrîşa îsraîlê ji bo tevahiya cîhanê tehdîd e. Divê tevahiya cîhanê li dijî vê yekê tedbîrên hevpar ên berbiçav bigire."
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Entabê Şahzade Demîr li ser binçavkirina kesên ku dixwestin li ser sînorê Xezzeyê xwepêşandanê bikin di dema serdegirtina otêla ku ew lê diman de li Misirê bertek nîşan da.
Li navçeya Qosera Mêrdînê navenda trafoyê ku ji gundan re ceryanê temîn dikir şewitî, ji ber şewata trafoyê 115 gund bêceryan man.