Li Meletîyê wesayît wergerîya: 2 birîndar
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê wesayîtek ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulipî, di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Qeza, di saet 22.00an de li Taxa Tecde ya navçeya Yeşîlyurtê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 34 BY 7769 ya ku di bin îdareya E.A. de bû, ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulipî.
Di encama qezayê de şofêrê wesayîtê E.A. û E.Y.yê ku rêwî bû di wesayîtê de birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê mirovên derdorê ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar bi xebata ekîbên îtfaîyeyê ve ji nav wesayîtê hatin derxistin û ji nexweşxaneyê re hatin birin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Yahşîhan a Kirikkaleyê di dema xebatên lêkolîn û pêşveçûnê de teqîna teqemeniyê çêbû û di encamê de 2 karmendên sektora taybet canê xwe ji dest dan.
Li Enqereyê otobûsa EGOyê qeza kir, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, 9 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Germencîk a Aydinê di mezinahîya 3,9an de erdhejek rûda.
Berdevkê HUDA PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanliyê derbarê dersên bijarte yên Kurmancî û Zazakî de pirsek nivîskî pêşkêşî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Yusuf Tekin kir.