Li Rihayê qezaya trafîkê: 1 mirî, 4 birîndar

Li navçeya Sêwrega Rihayê du wesayît serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da, 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li Bûlwara Celaleddîn-î Rumî ya navçeya Sêwregê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 06 GA 3392 ya ku di bin îdareya A.Ç. de bû û wesayîta bi plaqeya 26 AEA 186 ya ku di bin îdareya N.A. de bû li hev qelibîn.
Di encama qezayê de bit evî N.A. yê .Ç. (21), A.S.Ç. (4), S.Ç. (27) û A.K. (62) jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês hatin sewqkirin.
Mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat îfadekirin ku ji birîndaran A.K. digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Gundîyên Barê ya Çinara Dîyarbekirê, ji ber ku deynê wan zêde hatîye nivîsandin li ber Midûrtîya Bajar ê Ceryana Dîcleyê civîyan û bertekên xwe nîşan dan.
Li gelek bajarên Tirkîyeyê hewa îsal gellekî germ e. Cizîra Şirnexê jî ji ber germahiyê êdî dikele. Li Cizîra Şirnexê germahî 49 derece ye. Dikandar êdî dikanên xwe digrin. Kolan û cedde tev vala ne.
Karwana Hêvîyê, ji ekîbên ku li herêmên Geyve û Kozan ên Seqaryayê di şewatên daristanan de dixebitin re piştgiriya xwarin û vexwarinê da. Ekîbên ku ji Bûrsayê gihîştin herêma şewatê, ji ekîbên îtfaîye û dildaran re moralê dan.
Li Dîyarbekirê di bîra petrolê de teqîn çêbû. Di encamê de jê 2 giran 7 kes birîndar bûn. Agir hat xistin bin qontrolê.