Li Sêwasê hinek rê ji ber berf û bapûkê ji wesayîtên giran re hatin girtin
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midûrtîya Giştî ya Rêyên Mezin ve hat belavkirin, li Sêwasê hinek rê ji ber berf û bapûka zêde ji hinek wesayîtên giran û mezin re hatin girtin.
Rêyên ku hatine girtin û navbera kîlometreyan ewakîne:
“Li gorî vêya 40-67 kîlometreya rêya Sêwas – Kangal – Gurun,
0-20 kîlometreya rêya Ulaş – Gurun û cudabûna Kangalê,
0 – 66 kîlometreya Kangal – Gurun,
0 - 42 kîlometreya Kangal - Alacahan – Hekîmhan,
0 – 26 kîlometreya Kangal – Çetînkaya – Sîncanê û 46 kîlometreya Kangal – cûdabûna Sîncanê – rêya Dîvrîgîyê ji çûnûhatina wesayîtên mezin û giran re hatine girtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi bavê Rojîn Kabaiş Nîzamettîn Kabaiş re bi telefonê axivî.
Weqfa Êtîman a Êlihê, bi piştgiriya bexşvanên dilxwaz, cil û berg û pêlav ji 300 êtîm û sêwîyan re peyda kir. Weqf, ku hewldanên xwe yên alîkariyê yên berdewam didomîne, careke din hêvî ji êtîman re anî.
Di êrîşeke roketî ya li ser malekê li navenda Şama paytexta Sûrîyeyê de, herî kêm kesek birîndar bû.